A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Newroz 2
274 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Newroz 2

Ey newroz newroz newroz newroza bav û kala
Tev xêr û bêr û pîroz roja cejn û sersala
Ku berya du hezar sal hem pênsed û not û neh
Ezdehak hate kuştin bi dest kawa û hevala
Bîst û yekê avdarê ew kêf û şademanî
Li bajar û li gunda li hundir û li mala
Wek îro hat guhartin tarîxa rojhilatê
Dewra sitemkara çû ket dest coykar û pala
Bû serdar û xwedî şan qata cotkar û karker
Ketî bin pê û linga taca şeh û qerala
Ev pêta agirê gûr nîşana serfirazî
Welat tev bû wek burkan tu der nemayî vala
Gel tên geşt û seyranê bi xemla kurdewearî
Xort tev bi şal û şapik lê keç bi rengê ala
Pîremêr tên seyranê bi kolosên xerzanî
Pîrêjin tev bi kofî qîz wek karên xeala
Keç û xort û pîr û kal girtine reqs û govend
Dengê saz û dîrokan giha ezmanê bala
Tim daxwaz û omîda Tîrêj eve şev û roj
Her gel bighê mafê xwe em jî wek wan hevala.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê