A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Newroz 1
554 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Newroz 1

Ey newroz newroz newroz newroza min
Sersal û cejn û geşte dil soza min
Tucar terka te nakim pîroza min
Li dunyayê tu daxwaz û doza min

Vejînim agirê kawa li wara
Timî dadim li ser şaz û zinara
Bi kîn û rik li ber pozê neyara
Tu şêrîn û mizgînî newroza min

Cergê dijmin disojî agirê geş
Li kurdistan dikî rohnî şeva reş
Ji bîr nakim tucarî vê dema xweş
şahî û xemrevênî newroza min

Keç û xort tên semayê şademanî
Bi şal û şap bi xemla zer mîtanî
Felek tê xwar ji birca asîmanî
Ji te xayiz dimînî newroza min

Bi rewşa te cîhan pêkve didî deng
Kulîlk û çîçek û nêrgiz bi sed reng
Li rû qadê dibin wek reqşê Erjeng
Buhar xwed xemilînî newroza min

Giyayê şîn didî pêlan li deştê
Awazê bilbil û mirxan çi xweş tê
Bi perwazan dikin seyran û geştê
Ji mer herdem bimînî newroza min

Bi dev xamê dikim hawar û qêrîn
Mehmûd rabe ji gorê xortê bengîn
Xweha zozan tu sê denga bilîlîn
Hêza dijmin dişkênî newroza min

Bêrîvan rabe ser xwe porsora min
Dev artêşê bidî pêsîra min
Ku şêr şêre çi mêr be yan çi jî jin
Heyfa Leyla hiltînî newroza min

Li Barzanî serokê qehremana
Li Qadî û Se`îd û pehlewana
Tîrêj herdem li ser wan pakrewana
Wekî bilbil dixwînî newroza min.

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê