A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Nediketim Vê Wertê
137 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Nediketim Vê Wertê

Dilber nexweşim ez wer li halê min binê
Ez xestiyê jana dilim textora minê
Destûr tilyên nazik li laşêm bipelîn
Dîsa min vejînê rewş û dilbera minê
Ger ku neba nedketim vê wertê tucar
Ev cewr û setem min ne didî karê minê
Jana min seraser tev ji bin destê te ye
Rehma te dixwazim ey gunehkara minê
Ma qey te di vê mi`b kujî bê sûc û sebeb
Hê xort û ciwanim gunehim yara minê
Kir jehr kerafî te li min umrê ciwan
şêrîne bi min dinya gulîzara minê
çend sal û aemanên mayî derbaskin emê
Ka çerxa felek çij mikî xunkara minê
Ka dighîne hevdû em li dunyê bi xweşî
Ya xod em bi hevdo şa nebin para minê
Ev xeşma dikêşim tev ji bin destê te ye
Sed ax û eman wer neke gulnara minê
Omîda dilê tîrêj bi cî bîne bes e
Nêzîk maye mirna malxerab çara minê.

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê