A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Ne Bi Qurretya Dev e
136 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Ne Bi Qurretya Dev e

Ma rûmeta şi`rê çiye?
Ned xidmeta millet de bî
Ronahiya şi`rê çiye?
Pesnê welat ku tê ne bî
çibkim ji wê şi`ra rijî?
Danagre sewda û mejî
Derdê dil û can najkujî
çaxê ko cewher tê nebî
Cewher divê hilbe ji nav
Bihnê vedî rengê gulav
Pê xweş bibin cerg û hinav
Hemdem û yarê xwende bî
Wek rûn û qîmaxê miya
Mîna bîhok û hirmiya
Moçê bidî dev birçiya
çiqa bixwî jê têr nebî
Ew xwarina can û dile
Derman ji bo çavê kule
Saz û awazê bilbil e
Gul pê ji xaran derdibî
şi`ra rijî naçirusî
Wek sorgula tim çilmisî
Bêhn û bexê nadî kesî
Jê xwendevan dilsar dibî
Ku tê nebî bêhn û bexe
Bilbil tucar nayê rexe
şebnem ji xunçê navexwe
Lê nikl û dev ziha dibî
Zar û zimanê miletan
Qumaşeke pir mal giran
Erzan meke ey torevan
Haj xwek tu bê rûmet nebî
Haj xwek neyê bezmê bi zor
Ferhenge û tarîx û tor
Yên miletin her çax û dor
Sivik meke têd bin vebî
Tim gotina Tîrêj ev e
Tor ne bi qurretya dev e
Qet ezezî b` te nakeve
Tore ji torê der dibî..

Hûrbînî: M. Bavê Nisrîn û I. Bavê şêrîn
Helbestên din ên Helbestvanî/ê