A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Ne Bi Çûna Teresî
165 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Ne Bi Çûna Teresî

Dilberê hate civanim bi krasê melesî
Pir di dîdarê ve şa bûm dil ji kêfa reqisî
Xanî û hindir bûne wekî mûm û fener
Rû ji hêla beş bi derket go cîhan tê çurisî
Wê bi nazî roj bi xêrek daye min vêra kenî
Go mi pir bêrya te kir bû ez te nadim bi kesî
Min digotê ser ser û çavan tu hatî bedewê
Dil ji ber işqa te bûye wek kulîlka çilmisî
Bûme wek kalê zemana pir perîşan û reben
Qet nema koka derana tev ji nanê repisî
Va di kuncê tarî û reş de bi xwe winda me ez
Bilbilê mest û hezînim girtiyê der qefesê
Lê bi dîna te li min dunya dibin mêrg û buhar
Wek ciwanê çarde salî ji bo min hewesî
Ka berî mirna xerab mal destê xwe destê mi da
Em biçin laleş tewafê ger tu êzîdtersî
Em bi çar goşiyê kurdistan bikin seyrangehê
Maye emrê min di gerdûnê de tûtinperesî
Ta di gorê de nebî hesret li min dîna welat
Merheba wê ga bi dojê ne bi çûna teresî
Ez bi bîr û bawerim dojeh li min dêsar bibit
Rengê Ibrahîm kurê Azer bigermê nahisî
Agirê musa li sînayê dema şewqê veda
Terh û dar û şax ne sotin ne ji pela rewisî
Yê ne aşiq be ew bê pare li dinyê û axretê
Ez bi kurmancî dibêjim ne bi zarê çerkesî
Rengê tîrêj ta li ser pêta evînê dil neso
şerme jêre dil neca wa ku bid meqesî

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê