A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Ne Bê Cî Me
564 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Ne Bê Cî Me

Ne serbest û ne aza me di zidanê de girtî me
Dem û dewran li min tengin di dunyayê de bêcî me
Di nêv xewn û xiyalan de diçin çola bej û xalî
Doşek qade mitêl ezman belê balgeh bi xwe hîme
Ji dûr leylan û rewerkan dibînim wek çem û avin
Bi ber wan ve rewanim ez ji ber ku ez gelek tîme
Di nîva wan gur û hirçan dijîm lê dest birakin em
Di wê çolê de winda me nizanim ez bi xwe kîme
Di xewna de gelek cara ku xwe d`bînim li zozana
Li jorê lat û zinaran li hevraz geh li banî me
Li min xweş tê sura bayê siba bêhna gul û sêva
Li warê bav û bapîran wekî şahê Mîtanî me
Li kurdistan xwedawendin bi kom û leşker û hêzim
Bi tac û şewket û alim li textê Aşokanî me
Ge xwe`d bînim wekî Dara li cîhan qehremanim ez
Li ser textê sedef zêrîn li Dara ez rûniştîme
Qeralê heft welatan tev li ber min bê çek û darin
Ji Sen`a û Yemen heta çemê Nîl ez gihiştîme
Ji paytextê Eskender heya `erşê Nefertîtî
Bi bara bêş û salyan tên derê genca diyarî me
Ji eqlîmê Teter heta ku bingehê Babil û Aşor
Qiral û serwerê Hindê hemû zanin bê ez kîme
Belê çibkim dem û dewran li min geryane çep îro
Esîrê destê Eyranim firarê Tirk û Tazî me
Eva rabûme ko dergeh li zindanê bikim perçe
Bi gernasî xwe aza kim ji kok û qurmê arî me
Tucar xewna m bi cih nayê ku ez xwîna xwe nerjînim
Tîrêjê miletê kurdim ne bê warim û ne bê cîme

Hûrbînî: M. Bavê Nisrîn û I. Bavê şêrîn
Helbestên din ên Helbestvanî/ê