A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Narîn
260 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Narîn

Ey narîn narîn narîn
Zeriyê rû girover
Tilyê zerî zeytûnî
Gustil zêrê qaş mermer
Zend û bendên badayî
Gerden bi mor û mircan
Sîn wek berfa zinara
Sîka dara girtî ser
Memik wek du hinaran
Di paxilê hildane
Meyxoşe ez dimêjim
Her digvêşim av tê der
Enya gewra mi came
Xwe têda ez dibînim
Zelal û pir bi şewqe
Wek neynika Eskender
Herdû çavê teyî reş
Tijî kilê sibhanî
Pozê teyî çilagî
Ser daye hewdê kewser
çiqa pesnê te bêjim
Tu`b kêsim û fesale
Rewşen dikî bejna te
Xemla kesk û sor û zer
Tu` b wê bejn û temtêlê
Dakev reqs û govendê
Li hawê saz û nayê
Tu`l meydanê her û wer
Xort û lawan serxweş ke
Bê kas û cam û bade
şêx û mele stû radin
Li ber lingê te dîlber
Da em xwezya xwe bînin
Bi vê newroz û cejnê
Bankin miryê di gora
rabin roja me da der
bi yezdanê dilovan
her se`etek vê rojê
nadim bi taca Kesra
nadim bi textê Qeyser
bawer be xweş tu Tîrêj
van xêzên rûpelên te
xortên meyî dilovan
bixwînin wê ji ezber
Helbestên din ên Helbestvanî/ê