A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Nabişkivî Sorgul
171 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Nabişkivî Sorgul

çi milk û mal û zêr û gund mi bê texmîn û endazê
Bi carek min li ser danî ji bo çavê te şehnazê
Berê vêga mi bawer kir gelek şaş çûn di vê rê da
Li ber çavê me leylan e nayê dest bi daxwazê
Neha dîsa ne poşmanim gelek çûne di vê rê de
Cezîrî feqehê teyra wekî hafiz li şîrazê
Cegerxwîn û hesen hişyar hejar û ehmedê xanê
Ketin dîrok û tarîxa ji bona te serfirazê
Li kurdistan venamre agirê işqê wekî pêta
li derbend û cezîrê li sîpan û li sêwazê
evîndar rengê kerwanê xwe davê agirê eşqê
wek ola muxan agirperest wek neftik û gazê
evînî ger nema cîhan seraser bê wê xweş nabe
gelo govend û dîlan xweş dibin bê saz û awazê
li qirş û qurmika qîzik eger navêje ser lawik
ewê ser gêj û terxan be li ber piştî ewî razê
heya bilbil li ser dara gulê hêsra nabrînî
tucar nabişkivi sorgul ji xew ranabe tolazî
ku darê mişmiş û sêva ji darin nemoçînin
tucar êmîş û ber nagerin li deştê û li hevrazî
jiyana bê evîn bo çi xoristê ev niazam danî
li ser dar û gul û insan teba û murx û narazê
bese tîrêj bid û bistîn ji ber kerbên di dinyayê
tu razî bî ne razî bî eve yara te şehbazî.

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê