A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Mûyekî Sipî
376 Xwendin
3 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Mûyekî Sipî

Xort û ciwan bûm emrê mi sih sal
Bayêm bilind bû ne xem û xeyal
Kuncîlê li min çox û qimaş bûn
Bi kum û kolos bi şapik û şal

Xwîna ciwanyê ez hildidam jor
Herdû dêmên min mîna gula sor
Dema mi xweş bû bi kêf û şahî
şewqa dilê min dida Tor û Zor

Mûyekî sipî kêfa min şikand
Dolabê zemên li min wergerand
Ciwaniya min ji min bi dûr xist
Sed ku û keder di dil min de çand

Serê sibakê şiyar bûm ji xew
Bi dengê bilbil bi qebqeba kew
Dev û rûyê xwe mi şûşt bi avê
Bi mir ev çêbû bi roj ne bi şew

Min bi neynikê li xwe dinêrî
Ji gerden û rû heya bê serî
Mi dî di nîva porê minî reş
Mûyekî sipî têde wek hirî

Li ber çavê min bû wek melkemot
Can û ceger û dilê min disot
Ez vedciniqîm bi dîtina wî
Bi kerb û bi kîn mi ev jêre got

Tîrêj:
Tu tenê li vir çidke ez benî
Di vî cihê reş şeva wek tenî
Ev cihê tarî warê diza ye
Gelo tu doste weya dijminî

Mû:
Bawer bik ji min ez dost û yarim
Ez ne dijminim ez ne neyarim
Destê biratiyê emê bidin hev
Ez takî mû me, ez bê zirarim

Tîrêj:
Ji kîja cihî ji ku deverê
çawa bêyî min, tu hat vê derê
Rastî bibêje berra te nadim
Heya deh roja bi sozê berê

Mû:
Bira rêwî me, ez dûrî destim
şev li min gerya, ez jar û mestim
Jar û belengaz, pêxwas û birçî
Kesî mi nîne li vir vewestim

Tîrêj:
Ti ne rêwî ye ne tî û birçî
Xerîb dibînim, ez te li vî cî
Ev tiştê te gotin, ne ket serê min
Divê tu rabe, ji vê der biçî

Mû:
Heya tu hebî ezê mêvan bim
Heya tu tîr bî ezê kevan bim
çawa tu zanî ji xwe r wisa bik
Heya tu pez bî ezê şivan bim

Tîrêj:
Kê te şandî vir, bi qelawizî
Porê minî reş, tevdî bidizî
Mû bi mû yekser, bughere sipî
Qet ez nazwazim, vî reng û terzî

Mû:
Ne dizim Tîrêj ne keleşim ez
Lê şebçeraxê şevê reşim ez
çar hawêrî xwe ez dikim rohnî
Agirê zerdeşt li Laleşim ez

Tîtêj:
Bi derzîke hûr wê bingeha te
Ezê bikolim kok û reha te
Devê mûçingê bavêjme jorê
Ji bin hilînim asêgeha te

Mû:
Koka mi kûre dûr û dirêjî
Penc û rehê min gihane mêjî
Ne mûçinga te, ne derziya hûr
Tu kêrê nakin, tu j` xwe r dibêjî

Tîrêj:
Eger serê te bighê ezmana
Tu qet mi nakî kalê zemana
Ezê te bikim piçik û parî
Bidim ber devê kêr û gwîzana

Mû:
Roja cîhanim hatim delava
Heyva çardeme, ez naçim ava
Sed kêr û gwîzan mi natirsînin
Ezim birûska nêv ewr û tava

Tîrêj:
Pêlek ji lehya xema te anî
Li ser serê min îro te danî
Nîşana pîryê li min xuya bû
Rengê ciwanyê ji min hilanî

Mû:
Cilkeke zîvim li ser serê te
Taca zêrînim li keşwerê te
Ji min metirse ez xweş hevalim
Hemî aqilim ez yawerê te

Tîrêj:
çelapekek berf ji ya Serheda
Li ser serê min te sîwan veda
Li min tu bûye şûrê qederê
Ferman li xort û ciwanya mi da

Mû:
Xem û derda mewx tu hê ciwanî
Ez ne dijminim tu baş dizanî
Ez taca serê aqilmenda me
Di her wextê de di her zemanî

Tîrêj:
Wekî derwêşan tûr li mil û pî
Dinyê li hev dim qapî bi qapî
Ciwanyê êdî nema dibînim
Piştî vê tirsê vî porê sipî

Mû:
Rustemê zalê rabî ji gorê
Guhderz û Xesro xwe bidne dorê
Tu xweş bawer be tu çiqê nakim
Mi naşikînin bi darê zorê

Tîrêj:
Tu şûrê heqe ji genca yezdan
Da der ji nîva nîqab û perdan
Wê çipke Tîrêj darê xwe danî
Tu dest li ber te nayêne hildan.

Hûrbînî: M. Bavê Nisrîn û I. Bavê şêrîn
Helbestên din ên Helbestvanî/ê