A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Mişk û Pisîk
288 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Mişk û Pisîk

Pisîk hat ber derê mişk
Bi girî û bi fişfişk
Ser bi şaş û çav li jêr
Go êvara te bi xêr
Fermo carek were der
Bidim te zêrekî zer
Bi xwedanê roj û şev
Xêra bavê mine ev
Em malek dewlemendin
çav fireh û comerdin
Mişk bi aqlê wî kenî
Paşê gotê ez benî
Rê ne dûre bigrim ser
Ne hindike zêrê zer
Ey teresê çav li jêr
Kengî tu bûyî camêr
Ti bê soz û bawerî
Xwe bid alî ji ber derî
Ser bi şaş û bi kofî
Kengî tu bûyî sofî
Go rih bibi sê buhost
Dijmin tucar nabi dost
Tîrêj dibê mêr û jin
Nebin bawer bi dijmin.

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê