A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Mirin Çi Ye?
849 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Mirin Çi Ye?

Ez mirinê dibînim ne bi xewn û xeyala
Gurkî birçî û hare li ber derê her mala
Têr nabe ew tucarî ji goştê ademîzad
Devê wî sore herdem ji xwîna bav û kala
Tebakî bê haweye dijminê jînê ye ew
Bi ber gorêv dişînî pismam û ap û xala
Pencên xwe ew di laşê mirova de dikî xwar
Radqetînî ji hevdû destê yar û hevala
Dem û wext jêre nîne didî ber xwe ketûber
Pîr û kal û ciwana çi biçûk û mendala
Belê heqya wê eve cuda nakî ji hevdû
Belengaz û derwêşa ji paşa û qerala
Ey kesê jar û reben bela dilê te xweş be
Mirin êşa wê yeke tev kêferat û nala
çi li textê zêrîn be çi li xakî zemîn be
çi di nava livînan çi bi şûr û mertala
Serok û mîr û zengîn dema diçîne gorê
Destê wan ji zîv û zêr wekî destê te vala
Berî dahijne gorê wekî te lê dipêçin
çend gaz cawê neşûştî ji bedêla qerpala
çi kesê tê dunyayê pêxwase şilfî tazî
Wê têkeve bin axê tazî û bar şewala
Gelek qaqil û hestî ji hin gora têne der
Hemî kevn û rizyayî ji hezarên di sala
Ew kalaxên rizyayî serê box û berana
Zend û bendê xatûnan tilyên di çav xezala
Ew hatine veşartin di nêv axa cebana
Beta bûne ji dinyê di kortal û goncala
Dinya siya darê ye ji mere ne tu ware
Bêbext û xapînoke leylane pûç û vala
Kêrî dinyê nehatin me dawî jî bi derda
Wek rêwiyê windayî li wan çol û newala
Ey Tîrêjo bizane ku ne efwa xweda bit
Gunhê te berze nabin bi gotin û galgala.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê