A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Meyger
476 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Meyger

Meyger li xurîn im vê sibê camê tijîke
Tu j` denê kevin çavo bela tîr û giran bî
Da îç kim li yek hilmê dilopê tê nehêlin
Pê tîna xwe bişkînim bi xweşya dil û can bî

Ser vala bibî îro ji nîgaş û metala
Sermeste bibin ez bikevim warê xeyala
Da ej bîr bikim derd û kulên van dem û sala
Emrê şêst û çar salan bi serxweşiyê ciwan bî

Da ha j` xwe nemînim ez hiş û sewda bi derdim
Mervo meyperestim ne xwedî sîwak û werdim
çerxa felekê îro digel wê ez xeberdim
Gilyê me li ber destê Enû-şeyê Rewan bî

Jê pirsê bikim ma ev çi kîne te digel me
Ma qey li dinê kes te nedî kêmtir ji bil me
Ev barê xem û derdan te avêtine mil me
Ev barê giran ranagre ger kohê sefan bî

Bextê me ji alî te reşe her wekî tenyê
Daxwaz û ûmîda me ne kir carek li dunyê
Dijmin te birin jor lê te em hiştin li binyê
Ta kengî emê pez bin ew dijmin şivan bî

Bid min bersivê çerxa felek her ku biprsim
Kanî şêr Elî Seyid Rida şoreşa Dêrsim
Ka xuşka Besê b` rext û tifing bejna bi keysem
Ez birûska dev tifingê me tu jî mij û mûran bî

Ka şoreşa şêx Mehmûd li Sordaşê xwedî çek
Tirk û Ereb û Ingiltera tev lê bibûn yek
Xapandin bi olê ewî goga xwe ne bir şeg
Ez şûrê bi dest şêxê xwe me tu yek ji wan bî

Kanî şêx se`îd ew serekê şoreşa Amed
Vêket ji tuxûbê Ecem ta Zozan û Serhed
Ka Xalid û Fûad kanî ew pesporê Mehmed
Reş kir te li me cerg û kezeb her bê guman bî

Pêjna şoreşa Ihsan kurê Nûrî nema tê
Vêket ji Ararat ta bi Bedlîs û Xelatê
Ka Tewfîq û Xorşîd bi xwe serbazên civatê
Rasim bi xwe me her dem tu jî wek Riza xan bî

Ka textê Mihabad dewleta Qadî Mihemed
şûrkêşên me kanîn Seyfî, Xoşnav û Siyamend
Ka siwarê li hespa ku li dijmin dikirin cerd
Ez tîreke ser tûj bim tu armanc û nîşan bî

Ka şoreşa Berzanî li dijmin tim bi êrîş
Pêşmergên hinerbaz weko Feyleq dikirin tîş
Ka îdrîs û Mehmûdê Yezîdî kanî Mamîş
Firset te neda wan tim tu xûz rengê kevan bî

Reş-al te li dildarên me hilda banê gerdûn
Meydana evînê te li wan kir wekî hêtûn
şehnaz û evîndar tev li ber pêlê xema çûn
Ma çi doza te bi wan re hebû tu b` derdê giran bî

çipkim ji Cizîrê ne li wî şehrî be zînê
Tacdîn ku nebî kes li mi xweş nakî birînê
çala çilherîn xweştir ji birc û şehneşînê
Ez Memê evîndarim tu jî Beko Ewan bî

Ez çibkim ji sîpan bê Xecê keçka Silîvî
Bê tîr û kevan çibkim ji wê xencera zîvî
Nêçîrvanê kovî kuştiyê dara bi`îvî
Ez gelyê siyamend tu li min ew êş û jan bî

çibkim ez ji derbendê ne lêbe surşêrînê
Bê soz û qerar çibkim ji gustîl û negînê
Elmasa bi jehrê bibî dermanê evînê
Ferhadim tu jî pêlek ji wê lehya giran bî

Ew aşiqê hev bûn ez evîndarê welatim
Lê xweş tu dizanî ez ne bê kar û xebat im
Torevan û ristebêjim bilbilê baxê Xelat im
Ez Tîrêjê kurdim tim tu bê nav û nîşan bî.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê