A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Memo Rabe
180 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Memo Rabe

Memo zûka rabe
Sibe ye roj va hilat

Xew ji te ra nabe
Dem û dewra dersê hat

Rabe, rabe, rabe
De rabe lo xewaro

Divê em bixwînin
Bi zarê xwe kurmancî

Doza xwe pêk bînin
Tevda bighên armancê

Rabe, rabe, rabe
De rabe lo xewaro

Welatê me xweş e
Dibêjinê Kurdistan

Lezke zû bimeşe
Da em biçin dibistan

Rabe, rabe, rabe
De rabe lo xewaro

Bê xwendin û zanîn
Nabî tu kar û xebat

Bê şer û bê ceng û xwîn
Nabî azad ev welat

Rabe, rabe, rabe
De rabe lo xewaro
Helbestên din ên Helbestvanî/ê