A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Mela
318 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Mela

Ey melayê mêr û gernas rêberê kurdanî tu
Rêçenas û jîr û mêrxas serwerê xortanî tu
Rengê heyva çardehê da der li kurdistan mela
şewqê da bajarê Amed Erzirom û Wanî tu
Zengilê cenga welat îro li Berzan daye deng
Pê şiyar bûn kurdên Tirk û Sûrî û Eyranî tu
Dengê def û sazên şer xweş tên li ser kohên bilind
Ala rengîn ref refe her dem bi dest lawanî tu
Xakî Berzan rengê barûde li rûyê dijminan
Teht û arbeşk û kevir tev bumbene d`meydanî tu
Bayê dijmin ketye bayê kurd rabû ji pê
Pê gerî çerxa felek ev xweş deme dewranî tu
Lêxe ey serdar û pêşwa firsete yefşê medê
Her kesê xayin ji ser ke b` xencera soranî tu
Dehşikên şêst û şeşan paqij bike tu j` wan welat
Ew qirêj û patexur tev gorî û qurbanî tu
Xayin û dînarperest in çepelin tuxmê teres
Alîkarê te û pêşmerge be her yezdanî tu
Dengê Tîrêj wa li Sûrya tim dike qîr û hewar
Her bijî xortên nûhatî her bijî Berzanî tu.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê