A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Marê Di Tûr De
167 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Marê Di Tûr De

Li dunyayê birader em tevde hewcedarin
Riya pir dirêj e karwanin em li kar in
Barê me pir giran e serxwebûna welat e
Ev kar ji me tê xwestin dem û dewran dijwarin
Bi xwezî û bi lava nabin serî tu karî
Divê em xwe nedin paş mêrxas timî li karin
Ey hevalo mêrê çê bikêrî her tiştî tê
Li qelsmêra menêre tev qirêj û gemarin
Divê ku em xwe têxin warê piling û şêran
Kesê qels û tirsonek çavpêl û serlixwar in
Ev welatê wek buhişt bûye li me şeva reş
Pêxwas û diz û keleş binêr li çar kenarin
Mebe bawer tucaran li dijminê korfesend
Wekî marê di tûrê de qîl tûj û serbijehr e
Li me her dem dinêrin wekî reswa û kola
Li ser serê me îro hirmizê tacîdar in
Welat pir dewlemend e hemî deşt û zozanin
Hemî dehl û rez û bax pêkve êmîş û dar in
Tijî gencin axa wê madena zîv û zêr e
Rengê elmas û mircan ji rû kevra dibarin
Belê îro mexabin ev dijminê setemkar
Xêr û bêra wê dixwin em jê bê pişk û parin
Ma ne şerm û sosrete cihê bav û bapîra
Li me bûya wek zindan tev girtî û firarin
Zirûf û dewrê zeman milet wana pêk tîne
Dema ku em bibin yek bi dijminê xwe karin
Heya ku em nebin yak ewê halê me ev be
Li welatê me dijmin gurê birçî û harin
çi kurdê ku ji şopa yekîtiyê bidî paş
Xayin û gel firoşin kurtêlxurê neyar in
Wê rojek bê ku milet wan bavê çerxa tarîx
Nake rehmê li wana hemdemê koledarin
Bese êdî bibin yek mû b`zimanê me ve hat
Pir wek tîrêj dibêjin bê hesab û jimar in.

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê