A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Lebta Dil
197 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Lebta Dil

Jana evînê wa ji dil avête nav penc û reha
îro di wa kuncên di reş bûm xesteyê sal û meha
textor li ser min pir civîn derman mixabin lê nehat
sed derzî û toz û hebik ji toxmê erzan û beha
şaş mane ew textor hemî tev keten tatûla giran
pêkve hemî çûn dil bi kul poşman û tev gerden zuha
hemyan ji ser min dane rê bê hêvî û çar û ûmîd
çare di vê êşê nedîn beyhûde wan yek ji deha
textorekî zana û jîr ew hate ser min bê guman
ez wergerandim rast û çeb lepta dilêm da ber guha
nêrî li min û ser hejand go kawiko derman eve
sêvên xelat û mişmişên bajarê çermûk û Ruha
kûpek ji wê ava Zinar mistek ji berfa Serheda
çend lib ji bîhokên Melat hirmên ji darên ber giha
derhûdê saxbûna te me tê xweş be dîsa wek berê
jana dila êşa te ye parêzke xwe j`van guneha
Tîrêj bizan derman eve guh mede peyv û gotina
vana tu çend rojan bixwî nîro êvarê sibeha
Helbestên din ên Helbestvanî/ê