A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Lawên Cengîz
147 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Lawên Cengîz

Bayê sibehê rabe bi ser car û newala
îro tu xwe bighîne ewan yar û hevala
çar hêla welatê Serhed û Zozan û Dêrsim
Tevdî tu li hev xe ta bi Mehsert û Qubala
Pirsê bike carek tu ji rêwî û şivana
Pirsê bike ey ba tu ji gundî û ji mala
Pirsê bike carek tu ji wan karkerên bê kar
Pirsê bike ey ba tu ji cotkar û ji pala
Pirsê bike carek tu ji qîz û keç û bûkan
Pirsê bike ey ba ji hejar û bêmecala
Pirsê bike carek tu ji derketyên li çola
Pirsê bike tu j wan girtiyên zindan û çala
Pirsê bike carek tu ji birçî û ji sêwyan
Pirsê bike ey ba tu ji zarok û menala
Carek tu temaşeke li bustan û li dara
Carek tu binêre li rez û mêrg û dehla
Yek ser bê xwedî mane ji bê cot û tevirdan
Ber tev weşiyan îro ji êmîş mane vala
Carek tu binêre li gulistan û li baxan
Meyzek tu li sosin û gul û çîçek û lala
Kanî dijminan girtin nema av tête ser wan
Xuncên sorgula hişk bûne bê şebnem û ala
Lawên Teter û Cengîz û Holakê Mexolî
Agir dane kurdistan rivî jê çûne bala
Bala xwe bidê îro li her alî himîne
Dengê sûstem û top û tifinga nale nala
Ey dijmin bizan kurd bi xwe qir nabî tucarî
Zilm û setema ku lê dikî tu b` sedê sala
Lawên wê gihane her wekî şêr û pilingan
Cenga te dixwazin ne bi xewn û ne bi xeyala
Tev box û beranin xwînê dirjînin bi merdî
şevgêrê çiyane nevyên Rustem û zala
Mafê xwe ji çavên te ewê îro derînin
Hiner û hêz bêne meydanê xweşî pûç û betala
Tîrêj tim bi ûmîde ji we nifşên nûhatî
Bitstînin ji dijmin doz û tola bav û kala.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê