A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Kuştiyê Destê Te Me
241 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Kuştiyê Destê Te Me

Awira çavê te cana wek birosk û areş e
Ew kesê ku têkevî ber bê guman bextikreş e
çayê hemrînê bi tûn ve qet xwe nagirî ew li ber
Rengê dîwarê li berlîn wê jê bin ve helwişîn
Wextê kawa ser li Ezdîhak ewî sed perçkir
Bê guman ew awira çavê te bû ew derfeş e
Neynika iskenderê romî bixwe cavê te bû
Keleha dara şikand xwe `l ber negirt marê reş e
Yê birîndarê te bî ger bête ser û rûhil qudis
Fêde nakî şêx şems bê ser ji gelyê laleş e
Fêde nakî ew bixûra destê mitran û keş e
Min divê ez bême kuştin b`awirê çavê belek
Pakrewan ez herme gorê heqrewa û gerdeş e
Pir seza ye ku bi merdî kuştiyê destê te bim
Ne bi dest wawîk û hirça rovî û gayê beş e
Ta evînda bêne ser gora min bêjin kuştiyo
Ser hezar rehmet li ser canê te cê te pir xweşe
Ger wekî min tu bizanî û firseta emrê ciwan
çerx û dewra firsetê dem sar ji xwe sih û şeş e
Bendê kanona evînê ger dixazî guh bidê
Xezelên tîrêj bixwîne ew ne dîn û serxweş e
Dilbera xwe ey bira nefroş bi dînar û dirav
Wê bi yek dî meghuere yê bugherî ew rûreşa.

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê