A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Kor û Diya Xwe
159 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Kor û Diya Xwe

Kor:
Keçê dayê kel û kor im ji dîna hemdem û yara
Bi destpelkê diçim û têm li ber van hêt û dîwara

Dayê:
Bi çavkorî ne dilkorî me`erî wek tebû Cengo
Serokê tor û çandê bû li gund û şehr û bajara

Kor:
Ji dînaya dinê dûr im di van kuncên reş û tarî
Hejar û dilfekar im ez esîrê roj û êvara

Dayê:
Buşar jî wek tebû Cengo di hiyamê xwe yek tabû
şehê textê edeb bû ew di nîva kom û guhdara

Kor:
Evî tiştê ku tid bêjî bi min wek xewn û nîgaşe
Gelo raste bibim carek yekî zana ji Kurda ra

Dayê:
Bixîne tê wekî Taha bibî pespor û hozanek
Ji milet re biderxînî dehê pertûk û dîwana

Kor:
Bi destê min bigir dayê berê min bid dibistanê
Bixwînim da nemînim ez hevalê pîs û bêkara

Dayê:
Sipas û aferim Cengo bi zana re bid û bistîn
Tu dê bighêje armancê tu namînî li şûnwara

Kor:
Bi sozê her kesê çê ez ji dev doza xwe bernadim
Eger dijmin di vê rê de berê min bidne sêdara

Dayê:
Di Kurdan hene Cengo bi çavin lê bi dil kor in
Di bin cengê me de îro wekî topişk û reşmara

Kor:
Wekî tîrêj dibê arê li nav çav û serê wan be
Neyarê miletin dostê neyarin her dem û cara.

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê