A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Kongira Ewropî
133 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Kongira Ewropî

Xweş nîşan û mizgîne ev kongira we danî
Yekîtî û biratî têda dikî xuyanî
îro ji me tê xwestin bêtir ji her demên çûn
Destê xwe bidin hev di warê torevanî
Dîrok û tor û edeb heyvanê serxwebûn e
Kesî xwe jê bidê paş dijminê niştîmanî
Firset vêga ji zêr e neçî bi ton ji dest me
Di meydana xebatê pir xweş vî zemanî
Divê bi ilm û zanîn xwe rapêçin xebatê
Nabe tu kar û xebat bi kwikî nezanî
Yûnan tev em dizanin ket bin lep û destê turk
Bi tor û tarîxa xwe xwe j`bin destan deranîn
Dewlemend e kurdistan bi tarîx û tora xwe
çiya û deşt û zozan çi mêrg û dehl û kanî
çi hîm û heft û kevir newal û sirt û nehêl
Duriv lêne yeka yek ji xwîna erxewanî
Divê kevn û nuhê xwe bi hevdû ve girêdin
Rêçeke rast û durist ji wan bête deranî
Bi bawerî bidin em ser wê riya rast û xweş
Emê bighên armancê wek miletê cîhanî
Pîrozbahî dikim ez bi vî karê pê rabûn
Ev birîna pir giring kursiya me têda danî
Dawetnme ji mir hat bi derengî giha min
Mexabiya xwe tînim ku mam ji vî civanî
Silav li ser kesê ku rabûn bi vê xebatê
Wextê wî be her wek newroz û mihrecanî
Silav bi misk û inber li wê kom û civatê
Qebûl bikin ji tîrêj belê neb dilgiranî.

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê