A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Kofî Hol Kir
170 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Kofî Hol Kir

Xort: keçka deşta Silîva
Kember te sade zîv a
Were em herne bihîva

Keç: Lawikê Berwarî bala
Meke va peyvên vala
Me şerme j`dost û hevala

Xort: keçikê ey dost û yarê
Destê xwe bid min êvarê
Da biçin baxê Zinarê

Keç: Lawiko t`qîr û bela ye
Ev ne tevdîr û ne ra ye
Tirsa min j`bav û bira ye

Xort: Keçikê bejin ziravê
Dem xweş e vê weqt û gavê
Tu vê tirsê ji dil bavê

Keç: Tiştê te d`vê bi cî nabî
Ger qiyamet li min rabî
Ev di gerdiş me de nabî

Xort: Keçka sereka jîra
Bib hevala destegîra
Bişkîn va qeyd û zincîra

Keç: Lawiko keçka gunda me
Namûsa bav û bira me
Ev di ola med heram e

Xort: Ramûsankê bid vî canî
Ji dêmên sor erxewanî
Li ser ola Mezdik û Manî

Keç: şêrîna ber dil û cana
Bidme te sê ramûsana
Ser qehrê gund û cîrana

Xort: Gelkî sipas im ji yarê
şakir im wê peyv û zarê
Kofî holkir tev li çarê

Herdu: Tîrêj em anîne cem hev
Gilî gazin kirne ber hev
Me destê tewqayê da hev
Helbestên din ên Helbestvanî/ê