A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Kewa Gozel
794 Xwendin
3 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Kewa Gozel

S:ji ber pacê xwe bid alî geroka gund û cîrana
bi min xwîna te pir talî te naxim şi`r û dîwana

K:ezim terha serê lemma kulîlka ber devê çema
dilopa hingiv û xurma li ser lêvên di hozana

S:gever gijê enî pirçê çepil xwarê lepê hirçê
ji rengê pîreboka çê Li dû rêwî û kerwana

K:sipî bozim gulî sorim bi bisk û xemrî û porim
xezala Cûdî û Torim sitêrim ez li ezmana

S:genîkê dev bi qerqêtê timî bêhna ne xweş jê tê
hekîmê Wan û Xarpêtê rehet nakin bi dermana

K:ezim navka qinê gwîza ezim rûnê devê hîza
ezim rinda keç û qîza gula nêv bax û bistana

S:çi tiştê tey bedew çavin timî sist û xil û xavin
bi şotik û şil û av in ne wek rengê tu îsana

K:E çav şînim diran zêrim ne seyda xortê bê kêrim
kevoka lat û zinêrim kewa gozel li zozana

S:diran belê devê bêrê tu bê xemlê tu bê xêrê
kezî b`rişkê bi qilêrê ne xurdê birc û eywana

K:tucar cavê xwe kil nadim tu xemla ez girê nadim
bi ser bejna xwe bernadim jibo çavê şoreşvana

S:bi hesretya dilê Kurda tu tev ramek xem û derda
emin bêkes li rû erda ji xêrxwaz û dilovana

K:bi Leyla û bi wê xûnê bi Dêrsim û bi Sasûnê
xwe naşom ez bi sabûnê ji bo girtyên di zindana

S:hela wer ez bi heyranim li ser çavê mi bê xanim
ji van peyvê xwe poşmanim delal û pertewa cana

K:bese tu dev ji min berde dilê min tev kul û derde
ku dilxwazê gelê Kurde bi tore xîj bikî qana

S:ezê tenbûrekê l`saz xim sere tilya li perda xim
vêra bêjim heya saxim li ser hale perîşana

K:bi dêrana Helebça me qijoka xakî Zêwa me
rebenka Kurdê cola me li ber serma zivistana

S:du laşin em bi yek canî nema têm te bi erzanî
Tîrêj darê xwe va danî di vê rê de yekin ana
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê