A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Keleha Bertewîl
154 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Keleha Bertewîl

Zîz bû li min şeva reş kanî soza te yarê
Ew civanê te da min li bin dara hinarê
Rûniştin em digel hev gilî gazin me pev kir
Xox û hirmê dixwarin li ber siya êvarê
Ta ku tu bête nêk min tena kirasê mexmel
Mudêla kin li çogê bê çarik û xomarê
Destên xwe em bidin hev herin ji van welatan
Herin çiyayê Torê topraxa wê zinarê
Bikin seyran û geştê li bajar û li gundan
şehrê Bedlîs û Wanê gundê Kefer hewarê
Li gelî û zinaran li nêv bustan û baxan
Tirî bixun ji mêwan sêvan ji gulyê darê
Bela tim bê guhê me dengê bibil û çûka
Li nêv baxê gulîzar li deştê û zinarê
Herin bi serfirazî cihê bav û bapîra
Paytextê Mîtanî -- şehr û bajarê Darê
Ji xwe`r carek bibînin wan şop û kavil û wara
Wê keleha Bertewîl şikeft û wê mixarê
Dara bi nav û bi deng qehreman û cihangîr
Qeralê heft welatan li jorê hem li xwarê
Newroz û cejna teye ey Tîrêjê dil bi kul
Wê sorgula dilê te bibişkivî ji xwarê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê