A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Kela Xwînê
191 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Kela Xwînê

çi ferman û çi talan e delalê nazikê bozê
Tu pêxwas û perîşan e di nîva berf û bahozê
Gumîna ewr û tava ye ku ba berfê ditozîn e
Birûsk û birq ji her alî vedidne şev wekî rozê
Mij û mûran û serma ye der û rê tev de windane
Gurê qafê çiya d’zûrin ji birçîna ji alûzê
Ji hêla dî neyar tême ji jor agir dibarînî
Li erda gurgura topan xumîna wê meteryozê
Tu derketiya welat e keç biçûkê hê tu hef salî
Ji kerkûk ya ji şeqlawe ji zaxo ya rewandozê
Di vê koma giran xuşkê te dêw bavê xwe winda kir
Wekî qefla gelê ermen li zozanê alagozê
Li dû qeflê bi kulkul tê bi hawar û bi qêrîn e
Xem û derdê mi tev rakir te ey berxa devê kozê
Gelek heyfa mi tê rindê tu van hêsran dibarînî
Ji çavên reşbelek îîro bi cogan têne ber pozê
Dem û dewran bi dijwarî li me geryane çep dîsa
Were rûnê li kulîna mi îro ey tu feyrûzê
Te rahêjim li ser milkim di nîva ceger û dil kim
Delalam west û têlaye tebighînin belakozê
Biçûk û nifşê nûhatî omîd û remz û nîşanin
Kela xwînê me hiltînî ji bo vê riya dozê
Li te mizgîn bi hikmê dem di pê tenga firahîne
Welat wê serfiraz be ez didim te her evê sozê
Ji tîrêj xweş tu bawer be ne dûr tê bê welat dîsa
Bi dêw bavê xwe tê şabî wekî sersal û newrozê
çi gunhê vê ye ma çerxa felek ey kuç qulipyê bes
Hewar êdî ji destê te genîkê xwarê tim xûzê.

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê