A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Kanî Kalê Şêx Seîd
557 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Kanî Kalê Şêx Seîd

Ey felek bê bext û bê dîn
çi ye te li me kîn û rik
Dil bûye golek tijî xwîn
Tê dijîn geşt û kelik

Leşkerê derd û xeman
Salarê wan geşta ne ew
şûr û rim herdem bi dest in
Ta bi serbaz û belik

şans û bextê me reş e
îro ji ber alî felek
Cogê me herdem xerab tên
Yê neyar tim mîr û çik

şans û bextê xwe me nasî
Ku bi setrenc û bi dam
Yê neyar tim fîl û ferzîn
Yê me şahmat û berik

Milletê dinya hemî
Bûne xwedî tac û sera
Milletê kurd bes tenê
Ma bê şahînşah û serik

Ma çi gunehê me ye
Ey çerxa felek bê ol û dîn
Sed hezar carî tifû li te
Pîsa bidkar û dêlik

Me divê rê de bi derdan
Pir fîdakar û şehîd
Pir egît û mêr û gernas
Bê jimar û lek bi lek

Kanî îhsan Nûrî Paşa
Kanî kalê şêx Seîd
Ka Bedirxanê xwedî
Tac û şahê birca belek

Kanî şêx Mehmûdê Berzencî
û ka Yusif Zîye
Kanî ew Qadî Mihemed
Bavê kur Elyê kinik

Ka Fûad beg, kanî Xalid,
Ka Extî kanî Heqî
Kanî Seydo, kanî Yado
Ka Birahîmê kinik

Ka îsa bavê Siwaro
Kanî ew şêr û piling
Kanî Leyla Qasim
Xuşka delal û çav belek

Kê wekî me xwîn rijandin
Wî di vê dewra Cîhan
Ne ji tirk û ne ji ereb
Hem ne moxol û ne tacik

Tim bila li enya te bî
Ev şrm û ev ara giran
Her wekî Tîrêj dibêje
Dijminê bê pişt û zik.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê