A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Kabûsê Mirinê
265 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Kabûsê Mirinê

Ez pîr û kal bûm dewra min nema
Ketim ber pêlê derda û xema
Werzê mi lê bû tişrîn û kanûn
Kulîlkêm weşyan ji şaxê lema

Jîna ciwanî pişta xwe da min
Lerz û êş û ta ketin laşê min
Kabûsê mirnê berê xwe da min
Bi kerb û bi kîn nizanim çima

Kabûsê mirnê sawêrek bi tirs
Rûyekî pir tal bê bersiv û pirs
Xwe gal kire min qelafetê girs
Ji piyan ketim çara mi nema

Ji hêz diketin dest û gavê min
Rewrewk digirtin herdû çavê min
Xetek sor kişand li ber navê min
Porê min bû kak bi tena xwe ma

Nîşana mirinê ew bû xeta sor
Kort û lod û çal li min dibûn gor
Me tiştek nekir ji bo riya dûr
Ne bîrewer bûm di çax û dema

çax û demê min tev çûne vala
Lîsk û laqirdî gera nav mala
Li cem metik û xaltîk û xala
Reqs û govend û dîlan û sema

Ketin ber bayê feleka cado
Mi tu ked nekir dema mi da dû
Tiştê ku min dîn çûn wek roja do
Bûn wek fêlimek ji yê sînema

Rojekê ji rojan ev gewd kalax
Wê tev birizin wê tev bibn ax
Dibe axa min bikin weke axa
Ku jê çêbikn lat û senema

Yan jê çêbkin kop û peyala
Tijî baedken ji rengê ala
Têkevî destê şah û qerala
Nav dev û lêvên naz û xanima

Yan jî biçînin tê çîçek û gul
Li ser bixwînin şalûr û bilbil
Yan bikin derman ji bo çavê kul
Ku bê firotin ew bi derhema

Ew axa mayî bighînin laleş
Têda biçînin şitla gulek geş
Eger wa nekin bextê mi ma reş
Te ‘bikro tîrêj te’ba te b’tema.

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê