A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Jîn Tev Jan û Hale
217 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Jîn Tev Jan û Hale

nêzîka te yarê bi min wek xewn û xeyale
dûrbûn ji te gewrê bi min wek zindan û çale
rojê carekê ez bejn û bala te nebînim
see`t bi min roje lê belê roj bi mi sale
xwezya ku te zanîba bi êş û elemê dil
tê behwer biba bê te çiqa jîn bi mi tale
wer carek biçin havîngeha gelyê Elî beg
wek baxê buhişte tev gul û çîçek û lale
kêlîkê di gel hev em li ber maseyê rûnên
meya ku li ser tev ji rez û tiryê şemale
şerbik tije ava belekê berfê ye cana
lê maze ji êmîşê Metîn û çemçemale
da caman li hev din ji meya taze binoşin
sermiyanê evîndar bi xwe cam û peyale
dîwane bibin şoxê xwe windakin ji derdan
ev jîna ku ez têde li min tev jan û hale
çibkim feleka malikxerab herdem bi kîne
togê ez dikim nakim bi mi`r nabî hevale
ger ku ez timî wa bim ezê çibkim bi jînê
Tîrêjê reben êdî bese ma ev çi hale.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê