A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Ji Ya Xwe Danakevim
157 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Ji Ya Xwe Danakevim

Ez narevim narevim pêşmergim ez narevim
Wek hîm û tehtê çiya tucar ji cih nalivim
Bi zarotî diya min şîr daye min bi xwînê
Dunya li min bi yek bî ji ya xwe danakevim
Tim li neyar û dijmin rojê dikim şeva reş
Tukes mi naşkînî tucar ji hêz nakevim
Rûmete kuştin riya bapîr û kalê min e
Sindyanê dar berû me ez natewim naçivim
Kozk û şikeft û çeper birc û qunaxê`d minin
Xincer û rext û tifing bê wan ez ranakevim
Xeml û nîşanê minin ev şal û şapik û kum
şevgêrê deşt û çiya Tîrêjê roj û şevim.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê