A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Ji Hindamê Ketim
181 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Ji Hindamê Ketim

Ji bircê derketî cana, wekî rojê ji reş der bû
Bi wê xemlê bi wê xêzê, bi kincê çox û mexmer bû
Bi wê kofya hevirmêşî, wekî tacê li ser ser bû
çi bêhnek xweş ji bejnê tê, gulav û misk û ember bû

Enî gewher ku sê deq lê, ji rengê neqşeyê Manî
Li jêrê wan du birhin reş, ji xêzê xameya Xanî
Du çavên reşbelek top in, bi dest pêşmergê Berzanî
Bi çavan awirek da min, ku saroxek li min wer bû

Ji ber wê awirê îro, seraser tev kul û jan im
Li wê çola evînê ez, tenê bê hêvî û han im
Li min dinya dibû tarî, kelaxek bê ruh û can im
Ji hindamê ketim bê hiş, li ber çavêm reş û zer bû

Di wê derya evînê de,ji rengê giştiya ba me
Li ber pêla diçim û têm, ku bê salar û osta me
Dikim gazî tu kes nîne, di wê behrê de wenda me
çi babîsok li min rabû, mij û moran û bager bû

çi pir hindik nizanim lê, dema hiş hatî bû ser min
Min çavên xwe vekir tenha, min dî yarê li hember min
Gelek şa bûm min bawer bû, ku Luqman hatî bû ser min
Li ber lingan tewand min ser, ji me`r wek latê Azer bû

Bi wî destê xwe yê nazik, piyalek hingiv û sêvan
Dida dest min bi guft û ken, şekir xwendî bi wan lêvan
Got:Fermo vexwe menoşî qet, nema bû l`min tu êş û jan
Ew ava ku ji dest yarê, bi min wek ava kewser bû

Got:Ey Tîrêj tu xweş dost î, me bê dilya te êdî bes
Di meydana evînê de, wekî te gelkî kêm in kes
Tu bê şik torevan î, wek Hejar û Hacî û Bêkes
Li ser textê evîndaran, bi tac û al û leşker bû
Helbestên din ên Helbestvanî/ê