A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Heyva Li Çarde
311 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Heyva Li Çarde

Bûkê bejn û bala xwe bid ber xemla mîtanî
Bêhna miska û gulavê ji kofiya kesrewanî

Herdû çavên xwe yî reş rinda keşa û bûkan
Bid ber kilê sibhanî gulçîv ji hestiyê çokan

Sîng û berê tazî gewr bid ber hil û mircana
Serxweş bike bê bade pîr û kal û ciwana

Herdû gulên reş bavê ser mil mîna du mara
Biska ji rû vemale bid ber qulpê guhara

Ta ku ruê gewrî boz wekî heyva li çarde
Ji pişt ewran xuya bik tavê li çar kenar be

Tu b`wê bejn û temtêlê perîzadê lewendê
Tena tena bi meş wer hêla reqs û govendê

Bi wa peyvên di şêrîn qendê ji dev brêjîn
Sazbend bi wî dengê xweş li ser bejna te bêje

Dilê zava mehêle heval û dost li dorin
Li kêlekê tu rûnê gustîla pev bugherin

şeraba kamîranî di wan cam û peyala
Li meydanê bidin dest ciwan û pîr û kala

Bi hêvî me ji yezdan ey bûka ser bi xêlî
Jînek xweş bê kul û derd wej hevdû re bihêlî

Kêf û xweşiya we îro li her cih û derî be
Wek we îro muradê miradxwazan bi cî bê

Tîrêj omîdeware ku ev de`w û doza me
Bi dilxweşî wek îro bi cî be daxwaza me.

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê