A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Helebçe
322 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Helebçe

Ey Helebça birîndar Horoşîma kurdistan
Ji bo keç û kurên xwe tu îro bû goristan
şehrê bi nav û çeleng tu bû hêtûnek agir
Qîz û xortên te jêre bûne êzing hûr û gir
Bi wan bumbên kîmawî yên rijêma bê xelat
Pênc hezar hatin kuştin lê şeş hezar perşewat
Kê wek te kir ey Sedam çiqa bê bext û olî
Ne Nîronê li Roma ne Holakê Mexolî
Cenga sala hezar û nehsed û hem sih û neh
Hitler daxiste cîhan wek te nekir ev guneh
Koma gelê cîhanê çima dengê we nayê
Ma hûn kurda nabînin di vê wert û belayê
Erd û ezman seraser li wan bû agir û pêt
Fîxan û qîr û hawar dê weledê xwe avêt
Li ber çavên we îro bi agir têne sotin
Bûne qirik pîr û kal keç û qîz û mêr û jin
Ka dadgeha cîhanê kanî mafê mirova
Kurd bûn berxêd ber kêrê di koza û di gova
Sedam bi vî derdê xwe tu dê bimrî nexasim
Jina kurd wa bibêjî berê salkê nelazim
Xewna bi şev te dîtî tê bi çavan bibînî
Miletê kurd heqê xwe wê zû ji te bistînî
Tu wek masyê b`kefteleft ku têkeve çiravê
çiqa tu l` ber xwe bidî her tê bimrî di navê
Xelas nabe j` dest milet ger tu bighê Merîxê
Wê rojek bê te bavên devê çerxa tarîxê
Qir nabe kurd tucarî bi kuştin û bi talan
Doza xwe pêk neyînî şûrê xwe nake kalan
Ji can û dil tim eve bîr û baweriya me
Ku em jînê dixwazin xwîne şop û riya me
Dara jînê tucarî nabişkive bi ava
Lê ber digrî bi xwîna dil û cerg û hinava
Hezar rehmet li we be pakrewanên helebça
Li zarokên bê guneh li kal û pîr û keça
Wekî Tîrêj dibêje: Hûn bûn goriya welat
Ew xwîna pak û paqij we da mizgîn û xelat.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê