A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Gur û Rovî
410 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Gur û Rovî

Dibê ji çayê şingal ji newala pîr kemal
Rojek bi berf û bahoz gurê şîn rê dikir toz
Berê xwe daye bakur geh li vir û geh li wir
Ku li deşta Barava ro li gur çûye ava
Gurê qenc û dilovan li cem rovî bû mêvan
Rovî bi dilkî şewat gelkî do wî wer dihat
Bîna gur hate ber wî kirin karê şîva wî
çerm û pêlav û çekur rovî li ber kom dikir
şîv xwar û dest hilçenî go: herhebe ez benî
Piştî bergeş hilanîn şevbuhêrka xwe danîn
Peyvek ji vir yek ji wir rovî pirsek jê dikir
Tu ji ku tê vê demê tê herî ku vê sermê
Gur bersiva wî dida şêr nexweşe li Serheda
Di nav ciyan dinale nexweşekî bê hale
şah û xwinkarê meye ew taca serê meye
Ez îro bûme rêwî da ku serkî bidim wî
Rovî bi aqlê wî kenî jêre gote ez benî
Civata şêr xwemalin tev piling û şepalin
Hemî li dor civîne cê wek min û te nîne
Peyva mi têx serê xwe sibe veger mala xwe
Vegere tu j` vê xetê dîno gunhê mib te tê
Gur ev nekir serê xwe jê wergerand serê xwe
Wê şevê ma li wê derê serê sibê kete rê
Gurê şînî çîm teşî qunax bi qunax meşî
Rê hemî teht û kelem pey du roja giha cem
Bi tore û bi fihêt patek ji şêr re avêt
Go: ey şahê b` text û pa serekê hov û teba
Rovyê genî gotin çot wisa wisa wisa got
şêr gelekî azirî çar hawirî xwe nerî
Gote piling û şepal vî sehî bînin ji mal
Bê tore ye ev sêwî da edebkê bidim wî
Bi emr û fermana şêr herdû daketin ber jêr
Rovî bi qeyd û zincîr anîne dîwana mîr
Go: şêrê dev bi xwînim çavê te zû derînim
Tu nahêlî ey dijmin kes serekî bidî min
Rovî got: ey qehreman gorî te be dil û can
Guh bidêre li kola meka bawer ji tola
Pir gotin û kurpist dused virin yek durust
Ger du rû bim weke gur xwedê min bike gawir
Ne wek gur ez bê kêrim çav pêl û ser li jêrim
Go: ey şahê dem û wext xwe dirêjke li ser text
Text ji darê dar guhîj şêr xwe li ser dikir pîj
Ji simûçkê lingê wî heya binê çengê wî
Parsû û herdû tenişt kulîmek û zik û pişt
Bi dest û guh bi dorbîn tu der nehişt bê nerîn
Xwe da bû ser milê wî guh danî ser dilê wî
Rabû li şêr dimeyzand vêra serê xwe hejand
Go: textorê Luqmanim Eflatûnê zemanim
Bi zanîna xwey dirust min di êşa te derxist
Metirse ey begê me lepta dilê te kêm e
Ji mir bînin kabê gur da ez bisom ji agir
Di hawinê binî kûr bikim weke kilê hûr
Tu vê serm û bahozê hilkişînî vê tozê
Tu deh rojan bik deyax tû dê bibî sipî sax
Rovî da xwe hêz dida go: b`xatirê we tev da
Se`et li min wek salin çêlîk birçî li malin
Dilê gur girt û berda şêr awirek tê veda
çav kir piling û şepal nig lê kirin wek xirxal
Pêsîr tev lê dibû xwîn kab ji çogê deranîn
çeqel kete ber çenga di kulkulî b` sê linga
Birîndarekî birçî rê dûr û bê war û cî
Li newala geh li sirt di ber rovî re bihurt
Rovî go: tu ji ber jor j` ku tê xwedyê şimka sor
Yê bikolî kortala ji bo yar û hevala
çiqa ji xwe behwer bî wê ew bi xwe tê werbî
Rasto bi rastiyê re xwaro bi şkestiyê re
Peyvên pêşiya wek dur binê çi hat serê gur
Tîrêj bi agedarî ev helbest kir diyarî.
Birrê şînê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê