A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Gula Zer
335 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Gula Zer

Kanî ew buhara şîn ey bilbilê dilawer
Ka ew giya û çîmen ew xunava hûr li ser
Kanî ew pûng û nefel ew kulîlkêd bi deh reng
Bi şev xwe l`hev dipêçan bi roj dibişkivin der
Refê teyr û tilûra vedgevistin bi navê
Geh bi geşt û bi seyrangeh bi ceng û heng bi şer
Ka ew dengê tey zîz bi berbanga siba re
Ka ew ava te vedxwar ji hêsirên gula zer
Wa buhara te hişk bû lê bû germa havînê
Mêrg û kulîlk û giya bûn wek pûş û keramper
Buhar koça xwe barkir çûye zozanê banî
Li wir êla xwe danî ta salek dî bê veger
Tek û têl maye li şûnwara hejaro
Poşmano rabe pey kev tu dê xweş rê bidî ser
Sê qunaxin riya te ey sîpanê xelate
Roja didwa ye bîngol roja sisyaye ew der
Rojê mespêre rojê li ba keve derenge
Bi gotina tîrêj bik tenê nemînî şevder
Bi sistî û bi lava tu kes naghêje dozê
Dosta xwe j`dest xwe bermed nestêleye gula zer
Eger ji min dibrsî kul û derdê evînê
Xem û derdê min zehfin nayên hejmar û defter.

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê