A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Guh Bidêre
167 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Guh Bidêre

Milletê kurd rabe ser xwe bes ji bin xeşmê dere
Jîna bindestî bizane, nehêjaye du pere

Pêşberê alem di dinya, Medî tu bû
Tu ji meydanê çi zû ket, bûye dewlet Tetere

Xan û avayên te yek ser, tev ji ka û ji herî
Xan û avayên neyara, wa ji kevrê mermer e

Bircê dijmin her wekî, eywana Kesra tev negar
Xan û avayên te hêja, rengê axûrê ker e

Va ye dijmin, bû xwedanê, leşker û top û tifing
Bê tu xwedyê halet û nîr û ebûr û niştere

Kincên bejna te sera ser, tev ji çapan û belaş
Kincê dijmin, tev qedîf û çox û kemx û mexmer e

Vaye dijmin bûye xwedanê, teksî û balafiran
Tu temaşa nakî carek, wa tu hê siwarê ker e

Ger dixwazî sebebê xeşma xwe, carek nas bikî
Guhbidêre tu li va xêzên me gotî ji we re

ew kesên zana dizanin, hedefa me l`ser çiye
yê nezan qet ew nizanî, wek li cem xêr xeber e

ger dixwazî tu xwe azad ke, ji bin destê neyar
bigre şûrê Rustemî, dakev tu meydana şer e

ger dixwazî cewher û elmasê derya tu bibîn
besteyê Tîrêj bixwîne tê de dur û cewhere
Helbestên din ên Helbestvanî/ê