A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Gilî Karê Qelsa Ye
181 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Gilî Karê Qelsa Ye

Mirîdê Laleşim îro Li ber arê Zeradeştim
Sersar ateşim îro ku sersotim ne ariştim
Ji dest pîrê muxan nûşîm peyalek badeya taze
Li hurmizgeh di hev werbûm wekî çerxê dialişt im
Nema mi b xwe dizanî qet ketim warê xiyalan ez
Li ber `erşê xuda el cem melik taûs dirûniştim
Dema bê xirqe û bendik didî pêsîr qeliştî me
Ne pirsî qet li min carek bi xeyd rabû tenê hiştim
Ji wir ez daketim `erda berî min daye mizgeftê
Mele û şêxan didîn ez ne bi keşkûl û rih û xiştim
Li min hovenedan yek ser ne pirs û bersiv û gotin
Wekî murxê hejar ku l ber çem û avan diponiştim
Ji wê hatim kiniştê lê bi xwe ez bê selîb û xaç
Keşa jî guh nedan min qet bi bal dêrêve negihiştim
Ne taûs rû didabû min keşe û mele dibûn dijmin
Wekî goştê li ser sêlê ji her alî ve dibrişt im
çi fertona serê Nûhe ji derya Hind ko lê rabû
Di nîva bager û pêlan di wê avê de ew geştim
Di meydana şeg û holan wekî gogê rewanim ez
Li ber kaşwên kevot ez bê ser û ling û zik û piştin
Me rojek xweş nedî carek heya kengî ezê wa bim
Gilî tim karê qelsaye bese derdo te ez kuştim
Li cem zana xwedî şanim bi rûmet û ne erzan im
Li cem van olperestan ez wekî beba û leymiştim
Heya sax bim ezê wa bim xudanê şi`r û besta bim
Tîrêjim ez ne bêpar im ji `ilm dagirtî û miştim.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê