Seydayê Tîrêj - Gerek Li Kurdistanê
Ez mam li hêvî,çav li ber derî
Gelo kengî bê,ew şeng û zerî
Dîsa bibînim,wê bejn û balê
Wê xeml û xêzê, koviya ser serî
Kêlîkê ez mam, ji nîşka ve hat
Min got:Qey roj bû, li dinê hilat
Rabûme piya,kir bû me sipas
Dest li ser serî, me jêre kir pat
Dinya sera ser, li min bû bihar
Bişkivîn hemî, şitl û tirh û dar
Bi destê min girt, herdu em meşîn
Teksîke nûjen, em lê bûn siwar
Me tewqe dikir, bi herdu destan
Berê xwe me da, çiyayê kurdistan
Li herdû hêla, riya em li ser
Tev çîçek û gul, tev bax û bostan
Lê şofêrê me, xortekî çeleng
Li wî hişk dibûn, dest û pê û çeng
Rêke xwar û mar, teng û berokaş
Teksî dimeşî, bi semt û dereng
çi pir çi hindik, li me bû êvar
Reş kete erdê, dibû tar û bar
Me dî rawstî, ew teksiya me
Me got:ev kuye, got:baxê zinar
Li wê em razan, bê derd û bê kul
Jîna ser xwe ser, hate can û dil
Berbanga sibê, em tev şiyar bûn
Bi dengê şalûr, nalîna bilbil
çiqa me dinêrî, li her çar kenar
Tev gul û çîçek, hemî rez û dar
Bayê sibê tê, çi nerm û hênik
Xumxuma ava, ji kaniyên sar
Li wan berpal û quntarêd çiya
Qûtîna şivan, marmara miya
Pez û berx û kar, pêk ve diçêrin
Ji pencê çilo, ji rengêd giya
Li wê em diman, du sê rojê xweş
Geh rûdiniştin, geh bi ger û meş
Hayê me nema, ji bayê felek
Bê cam û bade, em mane ser xweş
Ji wê em diçûn, bi dilnewazî
Berê xwe me da, çiyaê mazî
Keleha kurdan, ciyê beranan
Xebat û karkir, bi serfirazî
Em bi rê ketin, ji wir êvarê
Berê xwe me da, keleha Darê
Li jêra wêna, Cizîra rengîn
çiya li jore, bajar li xwarê
Piştî em gerîn, li kavil û wara
Paşê me gotê: Ma kanî Dara
Ku ferma dikir, li heft welatan
Gelo ma ka ew, ziyayê mara
Ka ew qehreman, ka ew keyûser
Kanî ew sera, ew kom û leşker
Salyan jêr dihat, ji milkê Aşûr
Ji şahê Tûran, ji nik îskender
Kanî ew heyam, ew çax û dewran
Heyf û mixabin, ji wan kes neman
îro em ketin, bin destê dijmin
Hana me nîne, dinya me zindan
Em bi rê ketin, bi dilkî birîn
Berê xwe me da, Ameda rengîn
Paytextê kurda, bi nav û bi deng
Qîzên gulîsor, xortên di bengîn
Me got: Ey Amed, paytextê kurdan
Ka mediyêd mêr,ka dewleta wan
Kanin ew gernas,ew box û beran
Ka tac û şewket,ka textê Merwan
Bi mer teba bûn,mêrxas û egîd
Berê xwe me da,gora şêx Se`îd
Gora fû`ad û Xalid û Extî
Ji bona welat ew bûne şehîd
Li ber kel û xak,me ser tewandin
Hêstirên çavan, me pir rijandin
Bi gora wana,me sûnd dixwarî
Ji ser riya we,em nayên gerandin
Wek berê rabin,xortan bikin kom
Rawestin li hember,leşkerê Rom
Li şûna bazan,wana dixwînin
Kund û qiralk û sermezinê bûm
Mitrib bidin ber, defan û sazan
Ku ser xweş bibin, xortên di Zazan
Bidin ser pişta, neyar û dijmin
Paqijkin welat, ji wan berazan
Em bi rê ketin, ji şehrê Amed
Berê xwe me da, Zozan û Sehed
Ji wê em diçûn, Sîpan û Xelat
Xana leterê, geliyê Siyamed
Pirsîme ji wî, geliyê kûr û teng
Ma ka Siyamed, ew nalîn û deng
Ma ka ew koviyê, jar û birîndar
Gelo ka Xecê, ew Xeca çeleng
Ka ew darbi`îv, ka ew gunehkar
Kanî ew bira, ew hemdem û yar
Kanî ew heval, kanî ew hogir
Ma kanî ew hesp, ew gem û hevsar
Dengek hate min, ji jêra gelî
Got: Ew demê xweş li wan çûn gilî
Heyamên dirêj, di ser wan re çûn
Ku deng û pejin, ji tevda bilî
Carek bipirsî, ji xwendevana
Ji mêjiwa kurd, ji kalê zemana
Ji Emîn Zekî, ji dektor Kamûran
Seydayê Hişyar, mervên di zana
Me dixwest bibînin, tirba wan yara
Berfê girtibû, gelî û zinara
Sîpan seran ser, sipî weke hêk
Ne xuya bûn ji bil, gulyên di dara
Ji serman me tişt, nema di bîrê
Berê xwe me da, şehrê Cizîrê
Bajarekî xweş, ne berf û serma
Hemî dehl û rez, darên kenêra
Gelek keç û xort, di gel me civîn
Em diçûne ser, tirba Mem û Zîn
Cihkî ne pendî, li dev newalê
Jar û belengaz, nêv xakê zemîn
Me got: Ey felek, bê bext û dîn
Gelo ka Memê, ma kanî ew Zîn
Ka mîrê Botan, ka Hêzebûnê
Ma kanî Bekir, Sitî û tacdîn
Gelo kanî Gurgîn, ka ew kurê genc
Ka çeko û Arif, ew mirovên qenc
Ka ew şaneşîn, ka ew sera Zîn
Ka ew lîskên wan, ew nerd û setrenc
Dengek hate min, nalînek şewat
Can û ceger û dilê min dipat
Ew dengê Zîna, jar û belengaz
Got: Seyda gelek, bi xêrê tu hat
Eger dipirsî, li me du yara
Li me bêkesa, li me hejara
Em bûbûn qajik, di nav dirana
Di dev ne merdan, di dev neyara
Eşqa me daket, sûk û dikana
Em bûbûn çîrok, li ser zimana
Tiştê ku hatî, serê min û Mem
Neyê bi serê, ma tu însana
Ji vê cîhanê, dema me barkir
Berê xwe me da, bihişta nemir
Reqs û govendek, giran gerya bû
Li serê dîlanê, gelacê Bekir
Bi kum û kolos, bi şal û şapik
Desmalek di dest, yê dî di kêlek
Li nav govendê, diçû û dihat
Wekî canbazan, bi lav û dîlek
Keçan û xortan, didan teniştê
Wî gazî dikir, kesê bihiştê
Werin govenda, Memê û Zînê
Werin semayê, seyran û geştê
Me gote wî ey seyê ber derî
Heya bi vir jî, tu ji me nagerî
Bi ber min ve hat, bi piştexuzî
Bi çavên di şil, dida ber girî
Got:li min megir, çibû çawa bû
Ne ji min bû ey Zîn, emrê xweda bû
Mervê gunehkar, ne bi destê xwe ye
Ezman û qade, ji yek cuda bûn
Bawerke ey Zîn, ku pakê yezdan
Mehra we birî, di baxê ridwan
Bi daxwza xwe, hûn herdû şa bûn
Emjî ji bo we, bûne dergevan
Pêrgî me hatin, perî û firişt
Bû kêf û şahî, di baxê bihişt
Got: Xem mexun, ev govnda weye
Xweda ahê we, ji wan ra nehêşt
Ji wê vegeriyan, bi dil kesîrî
Em çûne hicra, melê cizîrî
Hicrekî vala, çi sar û bêkes
Ne kes li hundir, ne li ber derî
Min gote: hicra, hejar û xemgîn
Gelo ka mela, ka îlm û zanîn
Seydayê edeb, ristevanê jîr
Mamostayê hêja, ew pîrê evîn
Dengek hate min, axînek giran
Got: Li min bûrîn, pir çax û zeman
Kesî ne kiriye, wekî te ev pirs
Ne torevana, ne jî tu xwendan
Carek bipirsî, ji dewr û dema
Ji kevrêd çiya, ji avêd çema
Wê bersiva te, ewê xweş bidin
Tîrêj bes bikêş, va derd û xema
çûne di vê rê, mîna te gelek
Edîb û zana, xwenda û serek
Ne gîha ne dawî, çûn dil bi hesret
Tu tişt nenasîn, ji çerxa felek
Ji wê em diçûn,hêla çemê şet
Dema çavê me,li Birca Belek ket
Axînek giran,min veda û got
Ka ew dem û dor ka tac û şewket
Kanî Bedirxan, ka ew beg û mîr
Qehremanê kurd, şahê cîhangîr
Kanîn ew gernas, ew kom û civat
Kanîn ew rêber, kanîn ew wezîr
Kanîn ew koçer, kanîn ew eşîr
Kanîn ew xezal, ew rav û nêçîr
Ka kêf û şahî, ka cejn û newroz
Kanîn ew mêrxas, xwedî gurz û şûr
Kanîn keryên pez, kanîn ew şivan
Ka ew keç û xort, kanîn berîvan
Ka bihara şîn, ka gul û beybûn
Ka swar û cirîd, ew geşt û seyran
Pêkve hemî çûn, bi şahiya dil
Ji bo me hiştin, ev derd û ev kul
çax û zemanên, me pir xirabin
Bextê me reşe, ji rengê bilbil
Tîrêj de bigrî binale hevdem
Hêstirê çavan, birêje wek çem
Ji kerbê feleka bê bext û zalim
Li me wergerand ew çax û ew dem
Zimîn ket bircê, ji ser heya bin
Nalînek dirêj, hate guhê min
Got: Zû dipirsî, li min tu seyda
Te tevrakirin derd û kulê min
Ji bil te ev pirs, nekirye kesî
Mêrga cîhanê, li min çilmisî
Wekî tu zanî, Birca Belek bûm
Ez bi leşker û tac û serok bûm
Rohelatê navîn, du paytext hebûn
Di wê heyamê, ji wan ez yek bûm
Ku Qeyserê Rom, şahê Xuwarzem
Ji derya Sipî, ta xakê Ecem
Ser ditewandin, li dergehê min
Wan bi kolatî,her gav û her dem
Ji min dûr ketin, ew mîr û begler
Ew kom û civat, ew tac û leşker
îro ez ketim, bin destê dijmin
Bûme ji wan re, tev şop û pêger
Xan û manên min, tev kirin wêran
Kavil kirin ew sera û eywan
Reng û nîşanên,min tev guhartin
Wa li ser banê min, alaya tirkan
Em birêketin, nêzika îydê
Berê xwe me da, wê Bayezîdê
Ew cih û warê, melayê Xanê
Hebû me hêvî,ji wî umîdê
Pêrgî me hatin, pir yar û heval
Gelek keç û xort, gelek pîr û kal
Li dor me civîn, xortên dilawer
Wan bi mehrevanî, em dibirin mal
Qadeke bilind, li jorê banî
Li ser wê gora, melayê Xanî
Em tev piyade, hilkişîne jor
Baqên gulên sor, me li ser danî
Me ser tewandin û dest dibestin
Kêleke giran, em tev dimestin
Bi tore ji bo, feylesofê kurd
Wisa em diman, heta diwestin
Paşê rûniştin, em tev li dorê
Me got: Bilbilê, şirnax û Torê
Barê tey giran, maye di mil de
Kedera welat, bi ter çû gorê
Ezê bibêjim, bikî tu bawer
Canê tey şêrîn, di gel me yawer
Toreya kurdî, dîroka welat
Te rohnî kirin, bi dir û gewher
Dengek hate min, ji rengê zengil
Li min disotî, hinav û hem dil
Ew deng û zarê melayê Xanî
Xweştir ji dengê şalûr û bilbil
Got:Ku ka edeb, ji wer min danî
Dîroka kurdî, me da xuyanî
Ta kes ne bêjin, ku miletê kurd
Hov û nezane, hem bê zimanî
Divê miletê, bê xwendin û kar
Bikî xebatê, bi roj û êvar
Bo xakê welat, xwînê birêjî
Yan azad bibî, yan bimre yek car
Li wir didayê, me soz û peyman
Bi xwîna şêx Seîd, bi gora Kerîm xan
Rêc û şopa we em qet bernadin
Jîna kurdistan û yan jî neman
Em bi rê ketin, ji şehrê Xanî
Berê xwe me da,welatê banî
Em çûne kanya, xwîna şehîdan
şehrê Mehabad, bûka cîhanê
Ji dil me hilda, pêteke şewat
Wek pêlê derya, hilat û dahat
çûne ser gora, Qadî Mihemed
Can fedayê kurd, şehîdê welat
Me dest vebesta, li ser wê gorê
Paşê roniştin, em tev li dorê
Me gote Qadî, kurd va li karin
Ji çayê Berzan, heyanî Torê
Bes rabe ser xwe, hem yar û hem dem
Ev xew ne çak e, ev çax û ev dem
Xebat pir xweş e, di vî zemanî
Leşker bikiv rêz, li hember Ecem
Va kurd bi carek, hemî li karin
Tev bi sîlah in, bi kar û barin
şîhîn ji hespan, xweş tên didin deng
Pîkolê dikin, bo şer li karin
Em bi rê ketin, ji kul û derdan
Berêxwe me da,xakê nav berdan
Ji wê em diçûn, şehrê Gilala
Cihê Berzanî, paytextê kurdan
çend rojên di xweş, em li wir diman
Gerrek me dida, wa deşt û zozan
çiqa me dinêrî,ew şax û zinar
Hemî pêşmergên, me yên pehlewan
Ji wê em diçûn, şehrê Xaneqîn
Geliyê Elî beg, şengal û Hemrîn
Paşê zivirîn, mêrga şimamok
Navbera deşt û çiyayê Sefîn
Serê reşkonan, ji mev xuya bû
Dengê marîna, berx û miya bû
Bêhna çîçek û gulên biharê
Dihat me di gel bayê seba bû
Pêrgî me hatin, gelek mêr û jin
Wê gavê tiştek, hate bîra min
Gora Ciwan û Keja belengaz
Ew bê mirad û jar û emirkin
Hilkişîn çiyê, berê me li jor
Bi dest me gulên, kesk û zer û sor
Dema em gîhan, nik herdu yaran
Me gul reşandin, li ser kêl û gor
Nerînek dirêj, me li wan dimêzand
Nalînek giran, ji dil me kişand
Feleka bêbext, mirina malxirab
Destê herdiwan, ji hev raqetand
Piştî demên xweş, civînêd şeba
Ew mane îro, di nêv hov û teba
Li ber gumîna,ewran û tava
Berf û barana, wan pêlên di ba
Demek ponijîn, bê hêvî diman
Ji vê feleka,bê bext û eman
Kanîn evîndar, kanîn ew edîb
Kanîn ew zana,kanîn qehreman
Ew tev li pêşya, me çûne gorê
Em jî li pê wan, yek yek bi dorê
Dest nayê hildan, li ber cansitîn
Tê me bi xurtî, kotek û zorê
Piştî me zanî, ev dinya betal
Ku jêre nîne, tu dost û heval
Ji çiyayê Sefîn, bi dilekî kul
Em polî poşman, vegeryane mal
Tîrêj bi rastî, ku daye zanîn
Gewher ji derya, hiş wî deranîn
Ji dîroka welat, ewî çend rûpel
Ji bona milet, daye xuyanîn
*Rêzkirina tîpan:
Mişel(bavê Nisrîn)
Ibrahîm(bavê şêrîn)
**tirej.name©2007