A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Ez û Xame
226 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Ez û Xame

Xameya nazdar û çalak, sebr û şêrîna dila
Destegîra xwendevana hemdema derd û kula
Bendê qanûna digel dîwan û tarîx û edeb
Tu li pê hev dinvîsî ji dema qal û bela
Ma tu naweste wekî min digirî tub şev û roj
Hêstiran herdem dibarînî li ser van rûpela
îske îske serlijêre rondika nakî betal
Tu li ser jar û esîr û pakrewan û şêrgela
Tu zirav her dem dirêsî lê tu bê nalîn û deng
Bawerim ez ji kevin de tu bi van êş û bela
Pa xwezî carek mi zanîba bi êşa tey giran
Minê Nafiz banya ser te ji gorê mezela
Dar û derman minê anîba ji çar goşê dinê
Heb û derzî minê çêbikra ji tuxmê sorgula
şîr di çermê şêr de anîba ji ter bikra şerab
şebnema xunça bi derxista ji niklê bilbila
Lê mixabin wek mi pîr bûye li te ev jan û êş
Fêde nakin dar û derman ne niviştokê mela
Were em herdû bi yek bin çi ku êşa me b yeke
Em bidin ber hev dijî pîs û qirêj û çepela
Haştiyê îro bixwazin em di vê dewra dinê
Da neyê me gumguma sarûx û dengê qumbela
Wê çike Tîrêj şikeft ku teng be ço tê hilneyê
Kar û barê gel girane daye ser herdû mila.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê