A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Ez û Felek
452 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Ez û Felek

Seyda:
Felek zalim bi mer êdî çi doze
Di îşê ted xeber nadî tu xam e
Bi mer herdem bi kîn û bi poze
Li dunyayê tu bû qîr û bela me

Felek:
Ez im çerx û felek her wek tu zanî
Di destê min de dûlaba cîhanî
çi milet ku li ber min desthilanî
Li dunyayê geda û bê geram e

Seyda:
Ez im bê şek kurê guhderz û kawa
Kurê Rustem kurê Xesro û Cemşîd
Li ber te ez tucar ser natewînim
Firaz û serbilindî ‘adeta me

Felek:
Heya wa bî ewê halê te ev bî
Tu naghêjî tu daxwaz û mirada
Bizan kîna min pir dijwar e kurdo
Gelek wek te xwe davên ber siya me

Seyda:
Bi kêmasî tucar nayême rayê
Me pir şerme ji wan box û berane
Ezê çawa serî hildim bi qelsî
Li ber tarîxê kanî bersiva me

Felek:
Tu bawer be ez im dîrok û tarîx
Ez im qheremanê çerxê gerdûn
Timî rojê dişînim ber bi ava
Dikim tarî li yê nakî bi ya me

Seyda:
Xwedî mafim ne wek te xûz û xwarim
Ku ew mafê bi destê te mi navê
Heqî zor e qelen gorî û xwîn e
Ezê bînim bi gurz û şûr û qam e

Felek:
Gelo najo serê hespê xwe nagir
Li çar hawîr tu binêre ey tu kurdo
Neyarin tev bi tang û top û leşker
Mecal teng e û meydan ber qiyamê

Seyda:
Werîn bîra xwe aşûr û sikender
Ewan salyan dişandin textê dara
Ez im nevyê ewan gernas ê mêra
Ez im şevgêr li hevrazê çiya me

Felek:
Di kurdistan de çar sînor me danî
Xwedî min kir biyanî têde îro
Di nêv xaka xwe de bê pişk û pare
Tu tê de wek xerîbê misr ê şam e

Seyda:
Wê rojek bê ku şîrora hilînin
Wê çar perçê welat dîsa bibn yek
Eger ku ez nekim hinga ne kurdim
Ne xurdê şewket û tac û sera me

Felek:
Gelek pesnê xwe med êdî li ber min
Bi te çavê mi qet bar nabi kurdo
Li meydanê emê hevdû bibînin
Kiye axa ji me kîja xulame

Seyda:
Pesindîdim ji dewra bav û kala
Ku bapîrê min deng dabûn cîhanê
Ji bîr mek imapratora mîtanî
Weîn bîra xwe mîdya dewleta me

Felek:
Nekev kir min tu gelkî şaşe kurdo
Wekî dojim ter û hişk ez disojim
Ez im bager ez im bahoz û serma
Ku serdar û şehê roj û şeva me

Seyda:
Bila l’enya te bî ev şerm û ev ar
Li jor e tim tu qet nayête zeftê
Bi xwîna te tucar tihna mi naşkê
Hênik nabî li dunyayê kela me

Felek:
Ji ber şûrêm xwe bid alîkî kurdo
Gelek tûj e me avdaye bi jehrê
Li kê dim ew birîn lê nabe derman
Ez im jana zirav ez êş û ta me

Seyda:
Di destê min de şûrê rustemê zal
Di destê dê de mertal ji pola
Siwarê hespê rehwanî kumêtim
Di meydanê de rengê birq û ba me

Felek:
Xelas nabî ji destê min tu kurdo
Eger vêga tu bighêje sitêra
Cîhan wekî tara bêjine li ber min
Li ber çavê min tim dorbîn û cam e

Felek:
Tu destê xwe bi destê min îro
Nifir bê fêdene kurdê dilawer
Gelek milet ji diyê berze bûne
Hemî qir bûn dijî şop û riya me

Seyda:
Di dunyê de qir nabin tucarî
Di tarîxê de pir koka mi kûre
Gelek dewr û demên dijwar mi dîtin
Tu xweş zanî venemrî ew çira me

Felek:
Gelek wek te me kir jar û belengaz
Gelek min ew kirin paşa û serzar
Di cîna de mij û moran û tozim
Di cîna de wekî baxê gula me

Seyda:
Li hember te wekî şêra bimînim
Ji te bêbawerim her dem ne dostê
Tucar darê xwe danînim bi dîlî
Te dil xweşyek li dunyayê ne da me

Felek:
çiqas sertî dil û gurçik ji pola
Yeqîn pola tucar naxwî ji pola
Bese êdî kezeb me l’hevdû reş kir
Li gor fikra xwe her yek berdewame

Seyda:
Tu bawer be li ser mafê xwe ser tim
Ne kêm im ez xwedî tarîx û torim
Gelek şerme ku ez darê xwe deynim
Bi goriya hêtirê çavê diya me

Felek:
Bi ya min bik bi dahola demê re
Serê govendê bigir û pî li ba ke
Tu dê bighêje daxwaza xwe kurdo
Bi soz êdî zirar nayê ji ba me

Seyda:
Ji xortên dilşewat ez bendewarim
Bi zanîn û bi xwendin bên xebatê
Wekê tîrêj dibê tev de bibin yek
Bi bişkêvin ji xarê sorgula me.

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê