A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Ez û Dem
317 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Ez û Dem

Dema min çû bi valatî me tiştek jê neda ser hev
Riwa min bir bi ava çû di bû tarî li min bû şev
Ciwaniyê dev ji min berda ji semta min gelek dûrket
çiqa min bankirî hove neda derdo ne da bersev
Xwezî rojek tenê jaro ciwanî ew bihata min
Minê derd û kul û êşê xwe jêre tev bi gota b`dev
Keç û qîzik diçin avê dibêjin roj bi xêr apo
Tu kale dest bi gopale xwe bid alî ji rê derkev
Wekî dodo qulingvanê bi deng naşî dibêm dodo
Xwe deyne va quling hatin dirava wê bi tirsin tev
Mi da bû pey evîna dilber lê qey nebû qismet
Me çav û gav xortanî li ser kir hê ne bes bû ev
Tiyê işq û evînê bû şev û roj meh û salan
Belê çipkim heya vêga ne noşî min ji kanya dev
Ji ber jana evînê dil seraser tim birîndare
ezê çipkim birîn kûre bi dermana nema tê hev
Evîn ku ew bibe xortik bi sond min dê bikuşta ew
Li darbestê dirêj bikra li ser naxistiba çerçef
Kefen bikra ji qerpalê belngazêd evîndara
Minê dahiştba gora reş û tarî wekî bandev
Li kêla ber serî daniya dû-sê xêzên di wêta reş
Eve warê te bengoro gonehkaro bese rakev
Ji nû tîrêj ewê qîrek bidaye dil bi mizgînî
Bese êdî rehet rûnê dilê xemgîn nema peykev.

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê