A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Ez û Bilbil
345 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Ez û Bilbil

Sorgul di baxan bkivin
Mizgîn li bilbil bû buhar
çendik didan dora gulê
şebnem li ser xuncê vexwar
Ew badeya şêrîn li ber
Xweş lê dibû şîr û şeker
Sewda mejî avête ser
Cîhan li ber bû tar û bar
Ew bade bû lê wek zirav
Sor bûn li wî qapax û çav
Serxweş ketî ber wext û gav
Rondik ji çavan têne xwar
Rondik li pê hev bone cok
Rabû li ser yara xwe got
Cerg û dilê min tev disot
Min got wî murxê hejar
Besbes bike fîxan û deng
Te l’xwe şikandin bask û çeng
Avête dil min dest xudeng
Derd û kulêm nayên jimar
Megrî gelek wek te hene
Derdê mi jê wek yê tene
şîn û girî bê sude ne
Qed fêde nakî zarezar
Bextê te yê reş wek tenî
Her dem bi lewm û gazinî
Tu bilbilê baxê minî
Wer da bibin em dost û yar
Ev derd û êşên ku hene
Ma qey timî para mene
Yan em li dinê zêdenê
Qirbûn li ser me bû qerar
Destê xwe bid min ez benî
Xweş hemdemê renga minî
îro li vê dewra genî
Destê me nînin tev neyar
Carek li hev rûnên hema
Ber kanî û av û çema
Derkin ji dil derd û xema
Seyran bikin em war bi war
Me erd û ezmanek hebû
Cê bav û bapîrê me bû
Bosteke dijmin tê nebû
Va bûye ew çar pişk û par
Raste erê em têdene
Reswa û bend û kolene
Bin destê neyarê xwene
Hin girtî û hin jî ferar
Kurd heft hezar sal ew hebûn
Gernasê ser xaka xwe bûn
Kardox pêşiyê me bûn
Mîtan û mîd û şehsiwar
Ta em nebin yek wek bira
Nabin xwedî tac û sera
Dijmin wekî hirç û gura
Me ji hev dikin sed perç û par
Tim hêviya tîrêje ev
Destê biratiyê bidne hev
Rojê li dijmin bikne şev
Rizgar bikin herçar kenar
Ey bilbilê mest û hezîn
Hinga li me tê hev birîn
Pir xweş dibin işq û evîn
Der tên ji dil ev pêt û ar.

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê