A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Ey Keça Kurd
304 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Ey Keça Kurd

Ey keça kurd rabe ser xwe
Tu çima bê rûmet î

Tu li dinyayê binêre
Kes nemaye raketî

Deşt û zozanê me pêk ve
Baxê û bîstanê me tev

Vaye dijmin tê dilîzin
Jê tu maye derketî

Milê xwe bid milê xortan
Her wekî xuşk û bira

Tev bikin kar û xebatê
Hûn ji bo wî milletî

şêr bi xwe şêre keça kurd
Ger çi jin ger çi mêr

Bişkîn va qeyd û zincîra
Bib hevalek serketî

Wa li îran û îraqê
Ceng û halan û şre

Xwîn dirêje wa ji canê
Xortên kurd yên bi hevketî

Her wekî Tîrêj dibêje
Serfirazî ya me ye

Em wedî maf in bizanin
Tê ku ayil tim ketî
Helbestên din ên Helbestvanî/ê