A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Em Li Pê Doza Xwe Ne
222 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Em Li Pê Doza Xwe Ne

Em hemî pêşmerge ne
Em li xwe pir ewle ne
Serfiraziyê dixwaz in

Em ne ben û kole ne

Ey sitemkar, ey teres
Ma heya kengî, ne bes
Milletê kurd tev şiyar bûn

Pêk ve jîr û xwende ne

Roj hilat, va çûye şev
Gel hemî, dest daye hev
Ew dikin kar û xebatê

Tev li pê doza xwe ne

Milletê kurd namire
Qet ji vê rê nagere
Her wekî Tîrêj dibê

çax û dewranê me ne.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê