A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Durek Nasifte
121 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Durek Nasifte

Welatê min timî şîne buhar û mêrg û naraze
Hemî av û çem û kanî çiya tim berf li hevraze
Kilîşek pir bi nîşane ku destê qudretê danî
Di sînga rojhilatê de pesindîde gelek naze
Zozan û Serhed û Bîngol Ararat û Ezerbîcan
çiyayê Reşt û zaxrosê li dorê kirne perwaze
Li jor û jêr li rast û çep çîmengah û gulîzarin
Ferat û Ducle û Xabûr ji nêv dertên bi endaze
Gelî û dehl devî û şewl cihê şêr û pilinga ne
Di pozê lat û zinaran hêlîna bilbil û baze
Buhayê bostekê nakin welatê çîn û Maçînê
Beranber mêwekî nabin rez û baxên di şîraze
çi pesnê wê bidim îro bi dev xamê timî kême
Durek nasifte kurdistan di dest tola û tolaze
Bi çavsorî sitemkarî dixwî xêra welatê min
Bi zêr û dexl û danê min çiqa ew jîr û canbaze
çi milet ku welatê xwe bi dest dijmin ve ew berdî
Di dunyayê de pir kême timî jar û belengaze
Li cîhan ku nebî jêre welat û erd û ezmanek
Xulam û bend û kola perîşan li yek aze
Bi darê kotek û zorê welatê xwe ku nestînî
Nemîne ew li dunyayê bela bimre nexêrxwaze
Wekî Tîrêj dibê ta kurd tevayî ranebî ser xwe
Ji bin destê neyaran ew tucar nabî serfiraze.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê