A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Diyarî Ji Bo Metîn
172 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Diyarî Ji Bo Metîn

Ey kovara metînê tu pir bilind û paye
Ji me torevana tu wek baxê gula ye
Tu dehlek şînî ji her êmîşê têda
Sêv û bîhûk û hirmê li hevrazê çiyayê
Refê quling û qazan li jorê tim dirêsin
Keşwer bi paytextê şalûr û bilbila ye
Kel û germa havînê ya tîrmeh û tebaxê
Havîngeh û buhara dil bi kul û xemaye
Kul û derdê xwe têda ji bîr dikin bi carek
şerbet û badeya min tu dermanê dila ye
Ez têda xweş dibînim ilmê melayê xanî
Ew felsefa cezîrî neqşên li eûpela ye
Ez dîwanên cegerxwîn şi`rên hejar û bêkes
Teva têde dibînim xweş ders û xwendega ye
Qanûna zend evesta ferşekin di neqşê manî
Heya bi ilmê tûrik hemû têde xuya be
Dema ku ez dixwînim dibim pespûr û zana
Mezdik li ku dimîne ne hinber û ne taye
Nadim bi dir û cewher bi yaqût û bi elmas
Li ber dilê mi herdem tu hê pirtir buhaye
Sed aferim ji wan re pir karekî sizaye
Bi hêvî me ji yezdan wekî heyvê tu her meh
Ji bo me berdewam be tu xweş heval û bira ye
Tîrêj timî binoşî ji kaniya metînê
Wekî tîkî rêwinda li xakî kerbela ye.

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê