A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Dinya Gog e
188 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Dinya Gog e

Xorto guhbidêre da tu carek
Ger ku der cîhan hebî te yarek
Mespêre wê dil, tu zû bi carek
Te ji rê nebin, guhar û dendûş

Dendûş û guhar û mor û mircan
Sotin pir gelek, dil û gelek can
Ew ava di nêva, herdu lêvan
Jê venexwe da nebî tu serxoş

Ew ava ji dev, dizê du par e
Cam jê tije ye, ew tim li kar e
Yan meyxweş e, ew û yan jî jahr e
Jê fir bike, hindikî tu binoş

Jê tam bike, ka gelo çawa ye
şêrîn e û yan jî tehl e daye
Ger tehl bî bizan, ji ter seza ye
Jê têr vexwe, wek şeraba meyxoş

Têx bendê li ser tu raxe çerçef
Camê tijeke ji kaniya dev
Meza te be, çav û dêm di mersef
Xweş rûnê li ber û ser bikî doş

Qurtek tu ji cameyê bi dev de
Parîk tu ji mezeyê bi ser de
Da şahî, xeman ji dil bi derde
Ev jîna tu tê, bi tune mefroş

Ev jîna tu tê de, ey birader
Mirna malxerab, bizan li pêşber
Peyvên me ji xwe`r bikî tu rêber
Navêjî bi tune û belatewş

Ew cama tijî wek ava Kewser
Dest pêke vexwe bi navê dîlber
Pesnê yar bidî, tu her ji ezber
Wek Xanî û her wekî Siyapûş

Heta tu bijî di der cîhane
Her lêxe medê tu muhletane
Paşayê mezin, bizan xwedan e
Dinya ye diçî, tê rengê dergûş

Dinya bi xwe gog e, bib tu ser hol
Avê vexwe her ji deya Bîngol
Warê te be, zozanê Herekol
Meya te be, tim ji rezê Kerkûş

çerxa felekê ji rengê şûr e
Rêça mirinê dibin dibûre
Em tev li ser in ji me`v ne dûr e
Tîrêj bi te rêçenas bidêr goş
Helbestên din ên Helbestvanî/ê