A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Digeriyam Ez Li Dermana
257 Xwendin
3 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Digeriyam Ez Li Dermana

Mi çar goşê dine tev da giham ber perê ezmana
Ji bo eşq û evîna dil digeryam ez li dermana
Dipirsî min ji şalûran ji baz û bilbil û çûkan
Ji dehl û çîmen û devyan ji bax û mêrg û bistana
Dipirsî min ji beybûnan ji tuxmê çîçek û sorgul
Ji xunça nêrgiz û lalan ji sosin û ji reyhanan
Dipirsî min ji rûbarê ji kanî û çem û ava
Ji xabûr û ferat û şet ji mij û da û dûmana
Mi pirsî j` gumgumê tava ji wan ewrên di reş tarî
Ji wan birq û birûsk û ba ji berfa û ji barana
Dipirsî min ji wan derya ji pêl û bager û mewca
Ji wan hûtê binê behra ji elmas û ji mircana
Dipirsî min ji kortala ji bîrê bê binî bê av
Ji wan teht û şikeftên reş ji ar û pêt û birkana
Dipirsî min ji pehnava ji sirt û çol û berpala
Ji wan gelya û zinara ji koh û deşt û zozana
Dipirsî min ji şênaya behar û germa havîna
Ji wexma payîza tev jan ji serma wan zivistana
Dipirsî mi`j teb û hovan ji keftar û gur û hirçan
Ji ferzîn û rex û fîla piling û şêrê sîpana
Dipirsî min ji Farqînê ji şehrê Ameda rengîn
Ji şop û kavilên Dara cihê Mîdya û Mîtana
Dipisî min ji cotkara ji gavan û şivanên pez
Ji qîzê`l qurmik û qirşa ji rêwî û ji karwana
Mi pirsî j`xortê geryayî ji wan kalên zemana tev
Ji bê mal û belengaza ji wan jar û perîşana
Dipirsî min ji yê`d bîrwer ji wêjan û nivîsaran
Ji xwenda û ji mamosta ji hoşîmend û hozana
Cîhan pêkve mi teva da lê kesî bersiv nedabû min
Ji bêçarî û bêhêvî berî min daye ezmana
Pêlek bayê qerecdaxê ji nîşkave li min rabû
Bi bala hilfirandim ez ketim nav çerx û dewrana
Ji birca Behremê hatim dipirsî mi`j gelawêjê
Dipirsî min ji perwînê ji roj û hîv û mîzana
Ji ba termê Merîxê çûm mi şopa kadiza tev da
Ji istêra sipehrî çûm berî min daye keywana
Ji wan her neh sitêrên leq di çerxa asîmanî da
Mi pirsî bû belê negham tu armanc û tu ramana
Polî poşman û bê hêvî ji bala ez vegerya bûm
Piçek derman nekir peyda li erda û li ezmana
Ewê çaxê mi xweş zanî ji bil giştê nehin derman
Bese Tîrêj rehet rûne bikêşî sebr û samana
Helbestên din ên Helbestvanî/ê