A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Di Tarîxê De Dewletek Kurdî
278 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Di Tarîxê De Dewletek Kurdî

(Di dema serketina kurdên başûr de (1991) û dewleta xwe avakirin min jî bi vê nameya helbestî pîroziya wan kir.)

Birêkev nameya ku min bi xwîna dil nivîsî
Bi ber banga sibê re pir bi kêf û şademanî
Li ser baskê kevoka perheşîn û semawî
Ji min bigêje gora mistefayê berzanî
Ji dêla min tu ramûse du kêlên ber ser û pa
Tu mizgînê bidê kurd serfiraz bûn wek tu zanî
Li başûrî welat millet giha arming û doze
Sitem barkir dîmoqratî kete dewra cîhan
Gelek xêrxwaz ji merbûn hemdem û piştmêr û destpik
Di tarîxê de hîmê dewletek kurdî me danî
Dizanim ku omîda te di gerdûnê de ev bû
Derkev ey serokê min bi kêf neb dilgiranî
Ji ser gorê li ba kev ey tu peyxama mi dîsa
Di wextê de tu bighê gom û cebha kurdistanî
Silavên min bi bara bik li wê kom û civatê
Bidê sed aferim derdê dil kurd web cî anî
Gelek sêpas ku warê dewleta mîdya we şînkir
Ji berya sê hezar sal paytextê abtîkanî
Erê keyxesrewê mîdî xudanê tac û eywan
Serî rake ji gorê xweş binêre vî zemanî
Eva nevyên te îro her wekî şêr û pilinga
Welatê te kirin rizgar ji bin destê biyanî
Bişîn kev ey welat her dem wekî benga buharî
Ji nêrgiz û kulîlkêd kesk û sor û ercewanî
çiya û deşt û zozanê welat xemlê girêdin
Bi êmîş û berê dara bi bax û dehl û kanî
Li ser wan terh û şaxan bilbil û şalûr bixînin
Welat pê kev bibî seyran û geşt û mehrecanî
Ferat û dicle û xabûr hemî rabin bibin yek
Serî hildin bidin pêla dema ku tên ji banî
Keç û xort û jin û mêr tev werin cejna welat e
Bi şal û şapikên rengîn bi xemla zer mîtanî
Bi kolosên kevej kal werne govend û semayê
Belê hûn pîre jin tev bên bi şe’rê kesrewanî
Bi hayhay û lîrandin li şûn deran li dar xin
Bi dahol û bi zirna reqs û govendek milanî
Li ser pozê neyaran em bigêrin reqs û dîlan
Felek xayiz bimînî ew di çerxa asîmanî
Ji bajar û welatan bêne cejna serxwebûnê
Bila ew qenc bizanin kurd ne bê nav û nîşanî
Xwedî tac û sera bûn lê felek çavê birje
Xwedî tarîx û tore ew ne bê zar û zimanî
Gelo nayête bîrê dewleta merwan û botan
Kerîm xanê bi tac û al û şahê erdelanî
Bela xweş bête bîrê dewlta koşan û mîtan
Ji berya çar hezar sal paytextê aşokanî
Felek dewrek qirêj lîstî li ser mafê me kurda
Dem û dewr û zeman îro birastî dan xuyanî
Zeman dost çivir îro werin kar û xebatê
Tucar yefşê nedin pîsa bese jar û nezanî
Divê tilya neyar êdî di nav med ew nelîzî
Ji kok bê jêkirin îro bi şûrê qehermanî
Silavên min li ser canê şehîd û pakrewana
Li kevrê ber serê leyla li ser wî ruh û canî
Silavê mi’l şewityê şehrê xormal û helebçe
Li zêwa û li gora her egîd û pehlewanî
Silavên min li pêşmerge li wan box û berana
Dikin gorî ji bo jîna welat umrê ciwanî
Divê em ha ji xwe kin her dem şiyar bin gav û se’et
Bese êdî heya vir ey tîrêjê torevanî.

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê