A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Di Gel Min Şerî
243 Xwendin
3 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Di Gel Min Şerî

Me j destê xeşma dîlberan
Herdem bi nalîn û girî
çav û enî lêv û diran
Neqşên li kevrê mermerî

Ebrû ye şûr, destik sedef
îro bi dest Xanê şeref
Leşker li pê zincîr û sef
Êrîş li textê Qeyserî

Biskên siyah zilfên bedew
Serbazê pêşmerga ne ew
Cengê dikin her roj û şev
Vêga li deşta Hewlêr î

Gulyên di reş wek ejder e
Sîng neynika îskender e
Danîn e pêş û hembere
Xistin ji rajorê derî

Ew dest û zend gurz û rim in
Wan dil kirin talan ji min
Qencîk nekir yarê bi min
Her dem di gel min ew şerî

Can xesteyê jana xemîn
Dil kuştiyê tîra evîn
Herdem li ser ax û enîn
Yar qet li halêm nanerî

Guh nade min yara min qet
Xem her wekî deryayê şet
Pêl lê didin her gav û wext
Lewra vêket jê zemberî

Weyla li emrê min eman
Goga li ber hol û şegan
Tê çûn gelek dewr û zeman
Hêj ew li ser fikra berê

Rengê Ciwanê Amedî
Rojek xwe yê xweş min nedî
Wek Mem di çola sermedî
Can kir reha Zîna zerî

Ez canfida yara xwe me
Ez bilbilê zehra xwe me
Ez bawerê para xwe me
Tiştê xwedê da min merî

Da min xweda tacek evîn
Bûm torevanê derzemîn
Pesnê xweda Tîrêj bixwîn
Heta bi roja axerî
Helbestên din ên Helbestvanî/ê