A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Derdê Siyamed
231 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Derdê Siyamed

Yekî keçek ji xwer xwest gelek nazdar û delal
Xort bi navê siyamed keç bi navê gulîzar
Di deverkê min ew dî pirsa halê wî mi kir
Ku mamoste lê nepirs qelen sed û çel hezar
Bi sê çekê bûkanî bi xelat û ber derî
Bi ber bisk û gerdenî bazin û cotek guhar
Hesabê mal û sûkê li hev derneket ez benî
Bi çil hezar wereqe paşê ez mame deyndar
Xwedyê deyna her se`et yek dihat û yek diçû
Bi erzanî min firot xanî û pez û dewar
Mi xaniyek kirê kir li ser du max û nîva
Bê cîcerg û bixêrîk ne serşok û ne berar
Xanî kelpîç û herî bê kulek û pencere
Wek hezaza kevoka zivistanî timî sar
Pişta xanî kertekort bê seyek û av rêjin
Teyrok û berf û baran çawa tê wilo tê xwar
Niqiniqa dilopa dengê mişk û çirçirka
Reqs û dîlan li ber tê sazê xurpo û tûmar
Ma ez çi bêjim hundir bi qurbana ji dervebi
Mala cuhaye her dem terya mişk lê nabe ar
şewtiyo mala gure ne dan û ne birxule
Bejn tît û mal meçît rewşa malê ma kewar
Bêrîk vala ye herdem ji dînar û derava
Zikek têr û deh birçî ne xebat û ne jî kar
çendî dikir polepol hêstir li rû bûne rêz
Nema devî wî gerî nema xwezî diçû xwar
Pê şewtî dilê min gelek gunhê mi pê hat
Ketim warê xeyala mîna `Eloyê xemxwar
Gelo ma ez çi bêjim kulê min pir giranin
Xelk gihiştin ezmana bes em tenê man li xwar
Ji vî hişê meyî pûç tev kawik û nezanin
Gavek me pêş ve navêt bi deh gava man ji par
Bi quretiyê civata em xwe zana dibînin
Dema ku ser bi ser tê em tev dibin gunehkar
Ma ne şerm û fihête keç û qîzên me îro
Di bezma keçfiroşan tên firotin bi bazar
Bê mad û çav bi hêstir lêv zîz û gerden ziwa
Dil şikestî perîşan bê rûmet û tengezar
Keç û jinên cîhanê tev ketne berlemana
Pêş ketin ew li her der bûn wezîr û payedar
Margirêt û Endêra bûn serekêd wezîra
Elîzabêt li London bû paşa û xwendekar
Velentîna tiroşkof gihiştiye ezmana
Kerazona Ekîno li Filipîn ser komar
Divê ku em nedin dû vî aqilê zingarî
Dem di ser re derbas bû maye qirêj û gemar
Gelî kurdên bîrewer mafên keç û jinên me
Tev ji me tête xwestin ku em bibin alîkar
Ku destûrê bidin wan bi zanîn û pêşketin
Di rûpelê tarîxê da em em nebin gunehbar
Bela navê me êdî bi qencî bête xwendin
Tîrêj dost û hevale xêrxwaze her dem û car.

Hûrbînî: M. Bavê Nisrîn û I. Bavê şêrîn
Helbestên din ên Helbestvanî/ê