A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Dayê
529 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Dayê

Di nêv cerg û dil û can de te parastim erê dayê
Di pey neh meh û neh rojan te ez anîme dunyayê

Ji çel te ez diparastim ji deng û gotin û peyvê
Bi zarotî ji pêwr-ava ji ber ser û binê heyvê

Te pir şûştim veşûştim ez dipêçandim bi beşkîrê
Bi wî şîr û berê paqij dimêjandim ji pêsîrê

Dema ku ez bigiryama ji rengê torina Mûşê
B`dîrokê bav û bapîran dilorandim di dergûşê

Eger ku ez nexweş bûma digerya tu li dermana
Te ez herdem diparastim ji ba û berf û barana

Li hembêzê li ber sîngê li kolînê gelek cara
Li ser min tim bi tirs bû tu ji tûpişk û ji tîmara

Li ser min her dem û cara bi ax û nalîn û tew bû
şevên ewr û reş û tarî tu bê razan û bê xew bû

Ji mi r` herdem dinihrandî li ber landik û hêlanê
Li ber germa di havînê li ber serma zivistanê

Li ser min tim dibarandin dilop û hêstrên çavan
Di datûla mi da bû tim di her çax û dem û gavan

Li ber pozê te bû dayê serê min wek şimamoka
Ji te r` hilma mi xweştir bû ji bîna terh û bîhoka

Dema ku bûme şeş salî erê dayê dilovanê
Bi xam û defter û çente te ez şandim dibistanê

Bi delalî bi xwendin dam te ez dam ser riya jînê
Bi karwanê demê re ez gihandim warê zanînê

Dem û dewra tu pê rabû ji bîr nakim meh û sala
Divê herkes bizanin ku dibistana mezin mala

Nezanî û perîşanî ji îro pêve êdî bes
Dema kar û xebatê ye ji bo vî miletê bêkes

Ger ev jîna minî taze ned ber karê welat da bî
Bela heyvanê şîrê te di min êdî ne gerya bî

Tu bawer bî ji min dayê bi can û dil şoreşvanim
Eger herdem ne wabim ez bi xwe hovim ne insanim
Wekî Tîrêj dibêje kurd divê îro hemî wa bin
Bi zanîn û bi xwendin wê xwedanê tac û ala bin.

Hûrbînî: M. Bavê Nisrîn û I. Bavê şêrîn
Helbestên din ên Helbestvanî/ê